Li Lîbyayê kelekek hat girtin: 32 koçberên ji Kobaniyê te de bûn

05-10-2023
Nîşan Koçber Kobanî Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê îro ragihand ku Hêzên Nobedar ên Peravên Deryayê yên Lîbyayê, qeyikeke koçberan ji binavbûnê rizgar kiriye.

Li gorî zanyariyên heman navendê, ew kelek 3yê vê mehê ber bi peravên Îtalyayê ve diçû.

Piştî ku kelek derbasî ava Deryaya Spî bû bi demeke kurt, kir ku binav bibe.

Li ser vê yekê koçberan berê keleka xwe da nobedarên peravan ên Lîbyayê.

Bi tevahî 72 koçber di wê kelekê de bûn û 32 ji wan ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Rastî şkenceyê hatine

Ji 3yê mehê vê pêwendiya wan koçberan bi malbata wan re nemaye lê malbatan derxist holê ku koçber li cem polîsên Lîbyayê ne û rastî şkenceyê hatine.

Ew koçber ji bo ku werin rizgarkirin û jiyana wan bê parastin alikariyê dixwazin.

Li aliyê din, 14ê Hezîranê kelekeke ku 750 koçber tê de bûn li başûrê Girava Bîlosê ya Yûnanistanê binav bûbû.

Ew kelek jî ji peravên Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû û 6 ji wan koçberan ji Kobaniyê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst