Rizgarbûyekî belema binavbûyî ji Rûdawê re behsa bûyerê dike

18-06-2023
RÛDAW
Rizgarbûyekî belema binavbûyî: Gelek jin û zarok bi me re hebûn
Rizgarbûyekî belema binavbûyî: Gelek jin û zarok bi me re hebûn
Nîşan Belem Yunanistan Lîbya Rizgarbûyê ji Kobanî Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Elî Şêxî ku ji belema li Yunanistanê binav bibû rizgar bûye got ew û 4 kesên din ên ji Kobanî rizgar bûne û 6 ciwanên din ên ji Kobanî jî heta niha wenda ne. Elî Şêx herwiha got ku gelek jin û zarok bi wan re hebûn.

Roja 10ê Hezîrana 2023yan serê sibê belemeke tejî koçber ku li gorî berpirsên Yunanistanê ji 400 - 700 koçberî têde bûne, ji Lîbyayê derketiye û berê xwe daye Îtalya û roja 14ê vê mehê li nêzîkî Yunannistanê binav bûye û nêzîkî 100 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din jî rizgar bûne, hêj çarenivîsa kesên din jî ne diyar e.

Koçberên rizgarbûyî ji bo kampeke nêzîkî Atînayê hatine şandin. Elî Şêxî ji Kobanî ye, ew jî di wê belemê de bûye û rizgar bûye, ji nava kampê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa bûyere kir.

Elî Şêxî da zanîn ew û 4 ciwanên din ên ji Kobanî di wê belemê de rizgar bûne û niha ew ji bo Kampa Malakasa hatine bicihkirin, ku 70 kîlometreyan dûrî paytexa wî welatî bajarê Atînayê ye.

Elî Şêxî wiha behsa bûyerê dike: “Em li Lîbyayê bûn, saet 12ê şev bû û ji me re gotin xwe amade bikin em dê we bibin Îtalyayê. Pêştir me li hev kiribû ku ew me bi 4 hezar dolaran bibin, lê dema em birêkevin ji me re gotin ku hûn dê 4 hezar û 500 dolaran bidin. Paşê em ji otelê birin beravê. Jixwe berê belem tejî mirov kiribûn. Her carê 30-40 mirov li belemê siwar dikirin û dibirin li ba belema mezin. Dema em çûn li ba belema mezin me dît ku kesekî ji Lîbyayê hinek kesan dixê qeta jêr a belemê. Em 11 kesên ji Kobanî bûn, me 10 dolar dan wan paşê em birin qeta jor a belemê. Belem sê qat bû, deme me pere dan em birin qeta jor.”

Elî Şêxî da zanîn ku ew saet 05:30 ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve ketine rê û 5-6 rojan di rê de mane û got: “Gelek jin û zarok jî bi me re hebûn û ew li qata jêr bûn. Ne diheliştin em bi telefonên xwe dîmenan tomar bikin. Jixwe şebeke jî nebû em bi kesûkarên xwe re peywendiyê danîn.”

Derbarê binavbûna belemê de jî Elî Şêxî got: “Du saet mabûn em bigihêjin Îtalyayê, belemeke mezin hat em kaş kirin ku me bigihêjine Îtalyayê. Saet derdora 2yê şev belema me binav bû. Belema xirab bibû, dema belema me kaşkirin binav bû. Piştî belem binavbû em bi ser hev de ketin. Herkesê hewl dida xwe rizgar bike, min jî hewl da xwe rizgar bikim û nêzîkî 70 metreyan ez ji belemê dûr ketim. Bi me re êlek nebin û nedihiştin em bi xwe re jî bibin. Em zêdeyî saetekê di nav avê de man, paşê bi belemên biçûk em derxistin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Elî Şêxî eşkere kir ku ew ligel herçar kesên ji Kobanî bi navên Xalid Mistefa Omer, Mehmûd, Azad û Aryan rizgar bûne û lê kesên din ên ji Kobanî bi navê Welîd Mihemed Qasim (xwarziyê wî), Mihemed Fewzî Şêxî (birayê wî), Diyar Mihemed (ji heman gundî ne), Ehmed Bozan Osê (pismanê wî), Mihemed Ferîd Ehmed û Kamîran Ehmed wenda ne.

Bi gotina Elî Şêxî, 750 kes di wê belemê de bûne û ji wan 150 kes xelkê Sûriyê bûne û tenê derdora 80-100 kesan rizgar bûne.

Derbarê rewşê xwe de jî got: “Lî Lîbyayê qaçaxcî li hemberî me gelek xirab bûn, lê di belemê de hinek qaçaxciyên din hebûn, ew xelkê Misrê bûn. Di belême de av û xwarin bi me re nema û me ava deryayê vedixwar Em niha li kampê dimînin, rewşa me baş e, lê em nizanin dê çi ji me bikin. Ez dixwazim herim Almanyayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst