Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump da zanîn ku ew dê “Karta Zêrîn” bi 5 milyon dolaran bifiroşin û bi vê yekê rê bidin ku hilberîner bibin welatiyê Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di rûniştina hevpar a Kongreyê de axaftina herî dûvdirêj a dîroka Kongreyê pêşkêş kir ku saetek û 38 xulekan ajot.
Trump got ku ew li ser pêkanîna "Xewna Amerîkî" ya bi awayekî nû bi biryar in û ji ewlehiya sînoran bigire heta aboriyê, ji rêkxistina îdareya federal bigire heta siyaseta derve gelek gavên girîng hatine avêtin.
Donal Trump got, "Amerîka vegeriya. Xewna Amerîkî nayê rawestandin û welatê me li ber dergehê vegerekê ye” û li pey çû:
“Di dîroka modern de caram yekem e ku piraniya Amerîkiyan bawer dikin ku welatê me ber bi aliyê rast ve diçe ne ku ber bi aliyê çewt ve.
Di roja yekem a erkê xwe de min rewşa awarte ya neteweyî li sînorê başûr ragihand û artêşa Amerîkayê ji bo parastina li dijî dagîrkirina welatê me şand.
Di encamê de, meha borî derbasbûnên sînorî yên neyasayî gihiştin asta herî nizim.
Ez ji Peymana Avhewayê ya Parîsê ku ne adil e, vekişiyam. Ez ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya genîbûyî vekişiyam.
Her wiha, ez ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî vekişiyam ku li dijî Amerîkayê ye"
Trump diyar kir, wî fermana serokatiyê îmze kiriye ku bi awayê fermî tenê du zayendan (jin û mêr) nas dike.
Trump destnîşan kir, wan qedexe kiriye ku kesên zayendê xwe diguherin beşdarî sporên jinan bibin û got ku ew dê “çandina îdeolojiya guhertina zayendê” ya li dibistanên dewletê de bi temamî rawestînin.
Trump behsa sepana ku ew navê "Karta Zêrîn" lê dike jî kir û got:
"Em dê bi vê karta ku dê bi 5 milyon dolaran were firotin rê bidin kesên herî serkeftî yên ku ji her aliyê cîhanê derfetên kar diafirînin ku welatîbûna Amerîkayê bikirin."
"Me felaketeke aborî û kabûseke enflasyonê ji birêveberiya berê wergirt"
Trump di axaftina xwe de li ser aboriyê jî nirxandinek kir û got ku “rizgarkirina aboriyê” ji bo wan karekî li pêş e.
Trump diyar kir ku wan “Felaketeke aborî û kabûseke enflasyonê ji birêveberiya berê wergirtiye” û got ku ew ji bo dagirtina valahiya vê zererê her roj têdikoşe.
Trump tekez kir ku ew dê ne tenê bi kêmkirina mesrefên enerjiyê re li dijî enflasyonê têbikoşin lê ew dê her wiha dawî li belavkirina pereyên bacê jî bînin.
Trump got ku wî ji bo vê armancê Beşa Berhemdariya Hikûmetê damezirandiye, wan bi milyaran dolar gendelî dîtine û piraniya van pereyan vegerandine û anî zimên:
"Em dê bi rakirina hemû sextekarî, xerckirin û diziya ku em dikarin bibînin enflasyonê têk bibin, rêjeyên krediyên xaniyan kêm bikin, dîravê otomobîlan û bihayên marketan kêm bikin, kal û pîrên xwe biparêzin û zêdetir pereyan bixin bêrîka malbatên Amerîkî."
Bang li Kongreyê kir ku kêmkirina bacan pêk bîne
Trump bangî Kongreyê kir ku kêmkirina bacan pêk bîne û got ku ew dixwazin kêmkirinên mayînde di hemû bacên dahatê de bikin.
Trump got ku wekî beşeke ji kêmkirina bacan, ew dixwazin bacên li ser hilberîna xwecihî û hemû hilberînan kêm bikin.
Trump yasaya CHIPSê ku di demên Biden de ji bo zêdekirina hilberîna nîv-veguhêzên xwecihî hatibû sepandin wekî "tiştekî kambax" bi nav kir û got:
"Em bi sed milyar dolaran didin û ev ti wateyê nade. Ew pereyên me distînin û xerc nakin, divê Amerîka ji vê yasayê rizgar bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse