Almanya ji bo karkerên biyanî 'Karta Derfetê' derdixe

04-09-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Karkerên Biyanî Karta Derfetê Chancekarte Hubertus Heil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Kar ê Almanyayê Hubertus Heil "qanûneke nûjen a koçberiyê" ragihand. Armanca Heil bêtir koçberiya karkerên hêja yên biyanî bîne Almanyayê. Navê projeya Wezîrê Kar ê Almanyayê "Karta Derfetê" ye. Tê plankirin ku qanûn di payîzê de derkeve.

Wezîrê Kar ê Almanyayê yê Partiya Sosyal Demokratan Hubertus Heil di derbarê projeya xwe de amaje bi yekê kir ji ber ku lêgerîna kar li Almanyayê gelek caran ji derve zehmet e “Em ji bo asankirina mirovên ku pêwîstiya welatê me bi wan heye ben ba me, bi pergaleke xalên zelal Karta Derfetê (ChanceKarte) pêşkêş dikin.”

Herwiha Hubertus Heil diyar kir Kesê ku karibe bawernameya ku ji aliyê Almanyayê ve tê nas kirin nîşan bide, ew perwerdehiya kar be an derçûyê zanîngehê be, tavilê şertê Karta Derfetê pêk tîne. Herwiha em dixwazin şansê bidin kesên jî yênku xwedî hêzeke din in û li ser bazara kar hewcedariya me bi wan heye ku werin Almanyayê”

Kesên ku ji 4 krîteran 3 krîter bicih bîne, dikare Karta Derfetê werbigre

Bi Karta Derfetê re pergaleke ku ji çar xalên pîvanê pêk tên dê werê destnîşankirin: Bawernameya biyanî, ezmûna pîşeyî ya herî kêm sê salan, zanîna ziman an mayîna wî berê ya li Almanyayê û ya çarem, temenê ji 35 salî kêmtir. Kesên ku ji 4 krîteran 3 krîter bicih bîni, dikarin Karta Derfetê werbigrin. Lê ev yek hê jî di nav hikûmetê de tê koordînekirin.

Li aliyê din Wezîrê Alman bal kişand ser kêmbûna karkerên jêhatî û got “Pêwîstiya me bi bêtir koçberan heye. Sal bi sal, li gorî hewcedariyên me, me kotayek destnîşan kir ku çend kes dikarin bi Karta Derfetê werin Almanyayê ku ji bo demek diyar li vir li karekî an jî perwedehiya kar bigerin. Di vê demê de divê ew bikaribin debara xwe bi xwe ewle bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst