Swêd - Li dibistanê êrişa bi çekê: Gelek kuştî û birîndar hene

04-02-2025
Nîşan Swêd Orebro Êrişa Bi çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Orebroyê yê Swêdê di êrişeke bi çekê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Orebroyê yê Swêdê kesekî li kampûsa Dibistana Risbergskayê êrişeke çekdarî pêk anî.

Li gorî polîsên Swêdê, di êrişê de her kêm 10 kes hatine kuştun û 6 kes jî birîndar bûne.

Her wiha polîsê Swêdê da zanîn ku tespîtkirina nasnameyan berdewam dike û di nava kuştiyan de êrişkarek jî heye.

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku di êrişê de tu polîs nehatiye gulebarankirin.

Birêvebirê Polîsan ê Orebroyê Roberto Eid Forest got ku ew bawer nedikir ku êriş êrişeke terorîstî be û ne li bendê ne ku êrîşek din were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst