Li Swêdê êrişî dibistanekê hatibû kirin: Kurdek jî birîndar e

08-02-2025
Hêmin Ebdullah
Cihê bûyerê /Wêne: Getty Images
Cihê bûyerê /Wêne: Getty Images
Nîşan Swêd Êrişa Bi çekan Kurd Birîndar
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Yek ji birîndarên bûyera gulebaranê ya li Orebroya Swêdê Kurd e û niha li nexweşxaneyê ye

Li ser bûyera gulebaranê ya vê hefteyê ya bajarê Orebroyê yê Swêdê hêdî hêdî agahiyên nû eşkere dibin.

Li bajarê Orebroyê yê Swêdê 4ê Sibatê xortekî Swêdî çû kampûsa Dibistana Risbergskayê.

Wî di nav kampûsê dest bi gulebarankirinê kir û her kesê ku diket ber çavên wî da ber guleyan.

Di encama gulebaranê de êrişkar jî di nav de 11 kes hatin kuştin.

Xwendekar û mamoste di polan de û li her cihekî ku dikaribûn xwe vedişartin.

Di wan dîmenên ku xwendekaran di torên civakî de belav kirine de xuya dibe ku hinekan ji wan xwe di bin mase û kursiyan de bi cih kirine.

Li gorî agahiyên bernameya Diyasporayê ya Rûdawê, du jinên Kurd, yek ji Rojhilatê Kurdistanê û yek jî ji Başûrê Kurdistanê şahidên bûyerê ne.

Dilxwaz ku xelka Başûrê Kurdistanê ye û naxwaze nasnameya xwe eşkere bike, ji Diyasporayê re got ku wê bi çavên xwe bûyer dîtiye.

Ew 7 sal in li Swêdê ye û ji bo xwendinê li wê dibistana Orebroyê bûye.

Polîsê Swêdê ragihand ku di bûyerê de 11 kes hatine kuştin ku yek ji wan êrişkar bû.

Her wiha polîsan eşkere kir ku qurbanî ji welatên cuda cuda ne.

Piştî lêkolînên zêdetir, hat dîtin ku Kurd ne tenê şahid bûn lê di nav qurbaniyan de jî hene.

Yek ji birîndaran ku niha li nexweşxaneyê ye Kurd e.

"Ji lingê xwe birîndar bûye û tenduristiya wî ne baş e"

Wişyar Îsmaîl ku kesekî naskirî û çalakvanê Orebroyê ye û li nexweşxaneyê çûye serdana wî Kurdê birîndar, ji Diyasporayê re got:

"Ez çûm serdana wî Kurdê ku di bûyera Orebroyê de gule li lingê wî yê rastê ketiye.

Gule di lingê wî de teqiyaye û bi awayekî xirab birîndar bûye.

Du caran emeliyat bûye û êşa wî berdewam e û rewşa wî ya tenduristiyê jî ne baş e."

Her wiha Îsmaîl got, "Birîndar xelkê navçeya Badînanê ya Başûrê Kurdistanê ye û ji bilî wî Kurdekî din jî di nav birîndaran de heye."

"Hemû xwendekarên wê dibistanê biyanî ne"

Wişyar Îsmaîl diyar kir ku hevjîna wî jî li wê dibistanê bûye lê wê rojê nexweş bûye û neçûye kar û wiha pê de çû:

"Dibistan gelekî mezin e û dibistana herî mezin a herêmê ye.

Zêdetirî hezar û 500 xwendekaran hene û hemû xwendekar ji neteweyên cuda ne û ti kes ji wan ne Swêdî ye.

Lê mamoste Swêdî ne û yek ji wan mamosteyan jî hatiye kuştin. Ji bilî êrişkar hemû qurbaniyên din koçber in û bi nijad ne Swêdî ne."

Wişyar Berwarî gotina xwe wiha qedand: "Di dema her êrişekê de polîs dibêje kesê êrişkar an tometbar nexweşiya wî ya derûnî hebû yan serxweş bû, ev jî ne rast e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst