Vincent Compax: Îsraîl dê li Sûriyeyê hinek tiştan biguhere

04-02-2025
Nalîn Hesen
Vincent Compax bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Vincent Compax bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Sûriye Îsraîl Îran Donald Trump Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatê berê yê Amerîkayê Vincent Compax got, “Îsraîl dê li Sûriyeyê hinek guherînan bike.”

Dîplomatê berê yê Amerîkayê Vincent Compax bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Vincent Compax da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump lambeya kesk ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re pê xistiye da ku êrişî Îranê bike û got:

“Eger Îsraîl li Îranê bide wê demê bi baweriya min Amerîka dê piştevaniya Îsraîlê bike.”

Li gorî Compax, dibe ku Îsraîl ji asman ve êrişî balafirên Su-35 yên Rûsyayê yên li Îranê bike.

Vincent Compax diyar kir, “Îsraîl dê li Rojhilata Navîn çend cihên din bixe bin kontrola xwe.”

Li hêla din, Donald Trump û Benjamin Netanyahu îro li hev dicivin.

Dîplomatê berê yê Amerîkayê diyar kir ku mijarên wan ên sereke “sozên ku Trump dane Netanyahu da ku bi agirbesta li Xezeyê razî bibe, derkirina Filistîniyan a ji Xezeyê û qonaxên bê yên agirbestê” ne.

Donald Trump gotibû “ti garantî” nîne ku dê agirbesta li Xezeyê berdewam bike.

Vincent Compax diyar kir, “Ev daxuyanî cihê mixabîniyê ne” û pê de çû:

“Trump dema ku daxuyaniyeke wiha belav dike du armancên wî hene.

Ya yekê dixwaze zanibe ka karvedan li ser vê yekê çi ne û ya din jî eger agirbest têk çû dê bibêje ‘Min berê ev yek gotibû.’”

Vincent Compax amaje pê kir Donald Trump soz daye Netanyahu ku dê piştevaniya wî bike û Trump niha li ser wê yekê dixebite ku Filistîniyan veguhêzin Urdin û Misirê û vê yekê wekî darekî zetxtlêkirinê bi kar tîne.

Compax got, “Ez hêvî dikim li Îraqê şer dernekeve” û da zanîn ku divê Îraq wan komên çekdar kontrol bike ku êrişî hêzên Amerîkayê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst