Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Macron daxuyanî da

03-11-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Macron Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, pêwendiyên dualî, danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ewlehiya siyasî ya li Îraqê, rewşa aborî û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan diyar kir ku pêwîst e Fransa di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Îraq û Fransayê de, pêwendiya xwe ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re pêşve bibe û hevkariya di navbera wan de bihêztir bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron destnîşan kir ku ji bo aloziyên li Îraqê pêwîstî bi çareseriyê heye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron geşedanên li Rojhilata Navîn jî nîqaş kirin.

Her du aliyan anîn ziman ku pêwîst e belavbûna şer bê astengkirin û ya herî girîng jî pêwîst e sivîl bêne parastin û alîkariyên mirovî neyên astengkirin.

Her du aliyan eşkere kir ku berdewamiya rewşa heyî dê bandorê li ser aştî û aramiya herêmê bike.

Di civînê de herwiha gefên DAIŞê, têkoşîna li hemberî terorê, pêwendiyên Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi welatên cîran û herêmê re û geşedanên li Sûriyeyê hinek ji mijarên girîng ên ku hatin gotûbêjkirin bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst