Li Parîsê teqîn: 24 kes birîndar bûn

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Parîs Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîs a Fransayê ji ber gazê teqînek çêbû û di encamê de 24 kes birîndar bûn, birînên hinekan ji wan giran e.

Li bazineya pêncemîn a Parîsê îro Çarşemê di avahiyekê de ji ber gazê teqînek çêbû ku beşeke wê avahiyê û avahiya kêlekê ji ber hêza teqînê hilweşiya û herî kêm 24 kes di bûyerê de birîndar bûn ku rewşa 4 ji wan birîndaran giran e.

Şahidekî bûyerê ji medyaya Fransayê re diyar kir ku dengekî bilind bihîstiye û dibe ku teqîna gazê be.

Berdevka Polîsê Parîsê Lubana Atta jî li ser bûyerê anî ziman, “Agir ji ber gaza yek ji wan avahiyan derketiye.”

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin bang li gel kir heta ku agir bê kontrolkirin ji cihê bûyerê dûr bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst