Demîrtaş ji bo Amedsporê peyamek belav kir: Zalimno

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserok Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş Amedspor pîroz kir û got, “We em li vê derê giriyandin zalimno. Em we hemûyan ji dil û can pîroz dikin, rêya we vekirî be.”

Amedspor doh li deplasmanê li hemberî Somasporê 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze bi 80 puanî lîder e.

Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediya 77 puanan e.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedspor bi ser bikeve yan jî wekî hev bimînin dê bibe şampiyon.

Li aliyê din, ji bo ku Amedspor nebe şampiyon divê bi ferqeke zêde zora wê here û Kastamonuspor jî maça xwe bi ferqeke zêde bistîne çimkî Amedspor bi averaja 11 golan li pêş e.

Piştî ku Amedspor bi ser ket û hema bêje bû şampiyon, Hevserok Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê girtin peyameke pîrozkirinê belav kir.

Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“We em li vê derê giriyandin zalimno. Em we hemûyan ji dil û can pîroz dikin, rêya we vekirî be.

Rê ya te vekirî be, bajarê evîna min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst