Selahattîn Demîrtaş li Amedê ye

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Sadiye Demîrtaş Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş ji bo serdana dayika xwe ya ku niha li nexweşxaneyê ye bi balafireke taybet çû Amedê.

Sadiye Demîrtaşa dayîka Selahattîn Demîrtaş, 2 roj berê li nexweşxaneyeke taybet a Amedê hatibû razandin.

Piştî ku rewşa dayîka Selahatîn Demîrtaş giran bû ew ji girtîgehê bi balafireke taybet hat Amedê.

Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye ji ber nexweşiya dayika xwe hatiye Amedê.

DEM Partiyê di peyama xwe de wiha got, “Dayika Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demirtaş ji ber nexweşiya xwe li nexweşxaneya Amedê di bin çavdêriyî de ye.

Hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş li ser daxwaza Wi ji bo dîtina dayika xwe birine Amedê û wî seriyek daye dêya xwe.

Diayên me bi dêya me Sadiye re ne. Hêviya me ew e ku di dema hêrî zû de baş bibe.”

Li gorî zanyariyan, rewşa dêya Selahattîn Demîrtaş metirsîdar e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.

Dema Demîrtaş gihişt nexweşxaneyê, li nav nexweşxaneyê û derdora wê gelek ya hêzên ewlehiyê hatin bicihkirin.

Demîrtaş piştî ku 5 demjimêran li nexweşxaneyê ma û dayika xwe dît, careke din ji Balafirgeha Amedê ber bi Edîrneyê ve hat vegerandin.

Demîrtaş şeva borî derdora demjimêr 23:30î ji Balafirgeha Amedê ber bi girtîgehê ve bi rê ket.

Hevserokê berê yê HDPyê ji sala 2016an ve di çarçoveya Doza Kobaniyê de bi hincetên siyasî hatiye girtin û doza wî berdewam e.

31ê Kanûna Pêşîna 2023an bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş canê xwe ji dest dabû û Demîrtaş wekî bertekeke li dijî Hikûmeta Tirkiyê beşdarî şîna bavê xwe nebûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst