Li Îtalyayê Inter bû şampiyon

23-04-2024
Nîşan Seri A Inter Milan Şampiyon Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Înterê bi encama 2 û 1ê zora Milanê bir û bû şampiyon.

Di hefteya 33yan a Seri Ayê de her du tîmên jêhatî yên Îtalyayê li Stadyuma Giuseppe Meazzayê hatin pêşberî hev.

Intera ku tîma mêvan bû, xulekan 18an bi gola Francesco Acerbi 1 û 0 ket pêş.

Interê xuleka 49 an bi gola Marcus Thuram ferq kir 2.

Oluwafikayomi Tomori xuleka 80yî ferq daxist yekê lê maç bi vê encamê qediya.

Intera ku herî dawiyê sezona 2020-2021 bûbû şampiyon, bi vê encamê re cara 20î bû şampiyon.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst