Li Fransayê PSG bû şampiyon

29-04-2024
Nîşan Ligue 1 PSG Şampiyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Olimpik Lyonê zora Monacoyê bir, Paris Saint-Germain (PSG) beriya ku lîg biqede bi 3 hefteyan bû şampiyon.

Tîmên Ligue 1ê Olimpik Lyon û Monaco li stadyuma Olimpik Lyonê hatin pêşberî hev.

Olimpik Lyonê bi golên Alexandre Lacazette, Said Benrahma û Malick Fofana hêviyên kêm ên Monacoyê bi temamî şikandin.

Du golên Wissam Ben Yedder têrî geşbûna hêviyên Monacoyê nekir û PSG piştî vê encamê bû şampiyon.

Beriya vê maçê 70 puanên Paris Saint-Germainê (PSG) û 58 puananên Monacoyê hebûn û egera PSGyê ya şampiyoniyê gelekî zêde bû.

Lê piştî ku Olimpik Lyonê Monaco destevala vegerand mala wê, PSGyê beriya ku lîg biqede bi 3 hefteyan şampiyoniya xwe ya 12an ragihand.

Li hêla din, ev 3 sal in ku PSG li ser hev dibe şampiyona Fransayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst