Li Rojavayê Kurdistanê yekem qehremaniya basketbolê ya jinan hat lidarxistin

17-07-2023
Hisên Omer
Wêne: Ji videoya Rêveberiya Xweser
Wêne: Ji videoya Rêveberiya Xweser
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Reqa Rêveberiya Xweser Basketbola Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê qehremaniya basketbolê ya jinan cara yekem li ser asta Rojavayê Kurdistanê birêve diçe.

Roja yekşemê 16ê Tîrmehê pêşbirka qehremaniyê li yarîgeha bajarê Reqayê destpê kir.

Pêşbirk bi beşdariya berpirsên Rêveberiya Xweser û Desteya Ciwanan û Sporê hat destpêkirin.

Di yekem lîstikê de, ku herdu tîmên Reqa û Tebqayê rûbirûyê hev bûn, xanimên Reqayê serkeftin li ser xanimên Tebqayê tomar kirin.

Henan Bekar, Hevseroka Desteya Ciwanan û Sporê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand ku armanc ji vê qehremaniyê şikandina hizrê DAIŞê û handana spora jinan e.

Henan Bekar dibêje “Me qehremaniya Basketbolê ya jinan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê di roja 16ê Tîrmehê de li bajarê Reqayê birêve bir. Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên Yekîtiya Sporê ya bakur û rojhilatê Sûriyê de tê kirin. Armanc ji rêxistina wê li bajarê Reqayê şikandina hizrê DAÎŞê ye ku tevahiya bajêr xistibû jêr kontrola xwe de. Herwiha armanc handana spora jinan û sporên paşguhxistî bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst