Gever (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekova Sporê (Gever) ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê bû şampiyon û Wezîrê Werzişê yê Tirkiyeyê jî soza stadyûmeke mezin da wan.
Tîma Futbolê ya Jinan Yuksekova Sporê (Gever) 23yê Adara 2025an li mala xwe di maça dawî ya Play offê tîma Stenbplê Dudulluspor 1-0 têk bir û bû şampiyan.
Yuksekova Spor bi vê serkeftinê derket Lîga Super.
Tima Jinan a Geverê dê sala pêşiya me hevrikiyê di gel tîmên wekî Galatasaray, Beşiktaş û Fenerbaxçe bike.
Ji bo merasima wergirtina kupaya şampiyoniyê ya Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê 3 wezîrên hikûmeta Tirkiyeyê hatin Geverê.
Li Geverê dê stadyûmeke mezin bê avakirin
Wezîrê Werzişê yê Tirkiyeyê Osman Aşkin Bak jî soz da ku li Geverê stadyûmeke mezin bê çêkirin û got:
"Em îro ji ber şampiyoniya keçên xwe hatine cem hev, şampiyonî tê wateya kedê û yekgirtinê. Hun bi hev re timeke serkevtî ne."
Serkeftina Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê li Geverê bûye cihê kêfxweşityeke gelekî mezin.
Di dîroka parêzgehê de jî cara yekem e ku timeke werzişê pileyeke ew qasî bilind bi dest dixe.
Sala bê tima Gevere dê li Lîga Super rêkeberiyê di gel tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşiktaşê bike.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemir kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:
"Îro sê wezîrên me hatine Geverê û coşeke mezin çê bû, em gelekî kêfxweş in.
Îro tîma me ya keçan bû şampiyon û di asta Tirkiyeyê de bû yekem. Em gelekê kêfxweş in."
Lîstikvana Geverê Ayten Kiliçogluyê got, "Em bûne şampiyon.
Ji xwe hêviya me bû em bibin şampiyon, em gelekî kêfxweş in.
Em gelek spasiya xelkê Geverê dikin wan em tenê nehêlan em serkevtin.
"Em wekî teyran gihîştin lûtkeyê, ne wekî maran"
Rahênera tîma Geverê Kubra Şenê hestên xwe wiha anîn zimên: Ji bo me serkeftin gelekî giring e.
Timek dikare wekî maran yan wekî teyran bigehe lûtkeyê, em wekî teyran gehiştin lûtkeyê ne wekî maran.
Loma jî şampiyonî ji bo me weke şîrê dayikê helal e. Spas ji bo Xwedê kupa gehişte xwediyê xwe.
Ji bo tîmên futbolê yên parêzgeha Colemergê pirsgirêka sereke nebûna yarîgehên (stadyûm) baş e.
Piştî merasima serkeftina Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê, Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Tirkiyeyê soz da xelkê Geverê ku li navçeya wan yarîgeheke nû û pêşkevtî were çêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse