'Eger Rêveberiya Xweser bi dolar danûstendinê bike dê gavekî baştir be'

24-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Aborînas Muselem Ebid Talas
Aborînas Muselem Ebid Talas
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Muselem Ebid Talas Dolar Lîreyê Sûrî Kerem Şeaar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê lîreyê Sûrî li hemberî dolarî Amerîkî her ku diçe dadikeve û ev yek jî bandoreke neyînî li bazar û welatiyan dike. Aborînas Muselem Ebid Talas got “Eger Rêveberiya Xweser danûstendinê bi dolar bike û mûçe bi dolar bi dolar bide dê ev gaveke baştir be.”

Bi sedema daketina berdewam a bihayê lîreya Sûrî, bazarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber enflasyon û bihabûnê li ber rewşeke metirsîdar in.

Aborînasekî Kurd diyar kir ku bihayê lîreyê Sûrî her dê bêhtir dakeve û pirsgirêkên mezin di polîtîkaya aborî ya wî welatî de hene.

Lêkoler û aborînas Muselem Ebid Talas dibêje "Ev kesên ku siyaseta Sûriyê ya diravî datînin, ew kesên xirab in û ji ber berjewendiyên taybet vê siyasetê datînin. Gava danûstendin bi dolar were kirin, wê ev rîsk ji destê wan were girtin û wê aramiyek di warê kelûpelan de çêbibe û dê rewşa xelkê baştir bibe. Di warê diravî de Rêveberiya Xweser her ku danûstendinê bi lîreyê Sûriyê dike nikare tiştekî bike ji ber ku tu bi lîreyê Sûriyê danûstendinê dikî lê lîreyê Sûriyê ne di destê te de ye, di destê hikûmetê de ye. Lê weke min got danûstendin bi dolar were kirin û mûçe bi dolar were dayîn ez dibêm dê ev gaveke baştir be."

Aborînasekî Sûrî jî ragihand ku hişkbûna siyasî ya hikûmeta Sûriyê sedema rewşa niha ya pereyên wî welatî ye.

Aborînas Kerem Şeaar got "Ez nabînim ku bidolarkirin senaryoyeke pêşbînîkirî ye, di rewşa niha de, li Sûriyê bibe, lê rewşa abûrî ber bi têkçûneke bêhtir ve diçe, bi nerîna min jî, ev yek wê rengvedanê li ser bihayê lîreya Sûrî bike. Eger rejîma Sûriyê di riqbûna xwe ya siyasî de berdewam bike, êdî ew ê ti piştgirekî abûrî ji xwe re nebîne, tevî Îran jî, ku bi xurtî piştevniya rejîma Sûriyê dikir, di sala 2019yan de, di wê yekê de dudil bû, êdî daxwaza hinek nirxan dikir nêzîkî nirxên cîhanî bûn, herwiha daxwaza encamdana weberanînê di navxweya Sûriyê de dikir, li beramber piştgiriya abûrî. Bi nerîna min, eger rejîma Sûriyê di vê riqbûnê de berdewam bike, êdî rewş dê ber bi xirabtir ve here."

Bihayê pereyên Sûrî li beramber dolar ne cîgir e lê her di daketinê de ye. Bi awayekî ku roja Yekşemê dolarekî Amerîkî gihişte 13 hezar û 200 lîreyên Sûrî, lê roja Duşemê careke din vegeriya 12 hezar û 200 lîreyan. Ev yek jî bandoreke mezin li ser debara jiyana welatiyan dike ku mûçeyê fermanberê Rêveberiya Xweser di navbera 40 heta 137 dolarî de ye û mûçeyê fermanberê hikûmetê di navbera 13 heta 16 dolarî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst