Marie Dozi, Parêzera malbatên DAIŞiyan e. Wê li ser girtiyên DAIŞî, malbatên wan û helwesta welatên biyanî ya li hemberî wan agahî dane Rûdawê.
Doziyê ragihand ku “Rêveberiya Xweser dikare girtiyên DAIŞê darizîne.”
Doziyê da zanîn ku Fransa red dike girtiyên DAIŞê yên Fransayî vegerîne welatê wan û Rêveberiya Xweser jî naxwaze jin û zarokên DAIŞê darizîne.
Marie Doziyê got ku "Girtiyên DAIŞê ji bo Rêveberiya Xweser pirsgirêk in" û "Raya giştî ya Fransayê li dijî vegerandina girtiyên DAIŞê ye."
Li gorî Marie Doziyê "Dibe ku girtiyên DAIŞê yên Fransayî tawanên li dij mirovaniyê kiribin" û got, "Nêzîkî 100 zarok û 60-70 jinên Fransayî li bakurrojhilatê Sûriyeyê hene."
Parêzera malbatên girtiyên DAIŞê da Doziyê zanîn ku ew çekdarên DAIŞê naparêze tenê ya jin û zarokên wan diparêze.
Doziyê anî zimên ku "Bi dehan zilamên Fransî li kampa Rojê ne" û herwiha got, "Fransayê nexwest em derbasî kampa Rojê bibin"
Hevpeyvîna ku Marie Doziyê bi Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara re kiriye bi vî awayî ye:
Rûdaw: Rêveberiya Xweser dikare mehkemeyekê ava bike û Daişiyên li cem xwe mehkeme bike?
Marie Dozi: Zehmetî ew e… Ew dikare bike, Rêveberiya Xweser dikare biyaniyên Ewropayî darizîne ku niha girtî ne li bakurrojhilatê Sûriyeyê lê pirsa ku divê bê kirine ew e ku dê di asta navdewletî de çi hukmê wê hebe.
Dê li derveyî bakurrojhilatê Sûriyeyê çi hêza wê ya yasayî hebe? Ji ber ku bakurrojhilatê Sûriyê ne Dewleteke serwer e mixabin tu qîmetê wî tune. Lewra desthilatên Kurd li bakurrojhilatê Sûriyeyê dikarin van girtiyên biyanî dadgeh bikin lê dê ti qîmetê van hukiman li derveyî bakurrojhilatê Sûriyê tune be û ev jî zehmetiyeke rasteqîne tîne pêş.
Karîna dadgehkirinê tiştek e lê ji ber ku ev dadgeh ne li dewleteke serwer e, ev hukim dê di asta navdewletî de û li derveyî sînorên wê herêmê bêqîmet bin. Ev zehmetiyeke rasteqîne e.
Rûdaw: Lê Rêveberiyê hinek mehkeme kirin, te mehkemekirina hinek Daişiyan li Rojava çawa dît, ew mehkeme adil bûn?
Marie Dozi: Ez gelek jinan diparêzim ku li gel zarokên xwe ji salan ve girtî ne. Hin caran ji pênc salan ve li kampên Rojavayê ne lê Rêveberiya Kurdî qet nexwestiye van jinan darizîne lê ev jin divê li Fransayê bên dadgehkirin.
Li Fransayê tenê çûna ba DAÎŞê di salên 2013, 2014, 2015an de li gorî yasayê kiryareke terorîstî ye. Êdî divê ev jin bo Fransayê bên vegerandin û dadgehkirin lê Rêveberiya Kurdî qet nexwestiye wan li wir dadgeh bike.
Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve dibêje ku divê ev jin ji bo Fransayê bên vegerandin. Di derbarê zilaman de, ew li bakurrojhilatê Sûriyeyê di zindanê de ne lê ti zanyariyên min tunin ku Fransayiyekî bi tenê jî ji aliyê Rêveberiya Kurd ve li bakurrojhilatê Sûriyeyê hatibe dadgehkirin.
Tiştekî wisa nebûye. Ew girtî ne ji dema ketina Baxozê ve di sibata 2019an de û hin caran berî wê jî lê heta niha tu hukim li wan nehatiye birîn. Careke din dibêjim ku kurdên bakurrojhilatê Sûriyeyê bang li welatan dikin ku zilaman jî vegerînin û wan ev yek bi awayê fermî xwestiye.
Rûdaw: Rêveberiya Xweser her dem ji welatan dixwaze ku DAIŞiyên xwe bibib û li welatê wan mehkeme bikin, çima ew welat vê yekê nakin?
Marie Dozi: Belê, demekê Fransayê red kir ku wan girtiyan wergire û bi taybetî jî jin û zarokan. Wê tenê zarokên sêwî û bi tenê vegerandin. Paşê Fransa hat mehkûmkirin. Ji aliyê komîteya navdewletî ya mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat mehkûmkirin û komîteya rûbirûbûna şkencedanê ya Neteweyên Yekbûyî û dadgeha Ewropayî jî.
Piştî van her sê mehkûmkirinan, Fransayê helwesta xwe guhert û ji tîrmeha sala 2022an ve wê dest bi pêvajoyên vegerandinê kir. Çar pêvajoyên vegerandinê bi rê ve birin, ya dawiyê beriya çend rojan bû. Piştî van her çar pêvajoyan, Fransayê got êdî ew nema dikare ti jin û zarokan vegerîne ji ber ku ew jin û zarokên di kampan de mane red dikin ku bên vegerandin û ev jî pirsgirêkeke din e, em ê lê vegerin.
Di derbarê zilaman de, Fransa red dike bi berpirsiyariya xwe rabe. Ew red dike van zilaman vegerîne ku dadwerên Fransî ên dijeterorê li benda wan in û ev yek pirsgireke ewlehiyê yarasteqîne tîne pêş ji bo bakurrojhilatê Sûriyeyê.
Me dît ku DAIŞê hewl da wan rizgar bike ji wan zindanan, lewra ev girtiyên Fransayî û Ewropayî ku hîn girtî ne pirsgirêkeke rasteqîn in ji bo desthilata Kurdên Sûriyeyê. Lewma divê ev welat bi berpirsiyariya xwe rabin û van kesan wergirin da ku li Fransayê bên dadgehkirin û zindanîkirin.
Rûdaw: Çima girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê naxwazin vegerin welatên xwe?
Marie Dozi: Çima? Ji ber ku dewlet red dikin wan vegerînin ji ber ku ji raya giştî ditirsin. Li Fransayê bi taybetî, hûn dizanin ku Fransa rastî êrîşan hatibû sala 2015an û bi taybetî êrîşên Bataklanê, êrîşên 13ê Çiriya Paşîn a2019an.
Herwiha êrîşa bo ser Charlie Hebdoyê hebû. Ji ber wiha xelkê Fransayê û bi taybetî raya giştî ya Fransî dê li dijî vê vegerandinê be, bi taybet jî ku ev zilam niha ji Fransayê dûr in lê ez bi temamî li dijî vê helwestê me.
Em baş dizanin ku DAIŞ li wir e û ne berpirsiyariya desthilatên Kurdî ye ku reftarê li gel metirsiya welatiyên me bikin, çi Fransayî bin yan Ewropayî bin. Ev erkê me ye. Ev kes fransî ne û li Fransayê tundrew bûne û çûne tevlî DAIŞê bûne. Îro ew li Sûriyeyê girtî ne û erkê welatên Ewropayî ye ku bi berpirsiyariya xwe rabin.
Ne erkê desthilatên Kurdî ye ku bi vî barî hemûyî rabin. Ji bo vê yekê, bi baweriya min eger Fransa red dike wan zilaman vegerîne, ji ber wê yekê ye ku Fransa ji raya giştî ditirse ku li dijî vegerandina wan e.
Rûdaw: Ewropa çima li Rojavayê Kurdistanê yan li cihekî din dadgehekê ji bo wan DAIŞiyan ava nake, sedem çi ne?
Marie Dozi: Belê, lê divê em realîst bin. Dadgeheke navdewletî ku ji pênc salan ve behsa wê tê kirin, bêguman me ti tekstek nedîtiye derbarê dirustkirina vê dadgehê de. Sûriye, bakurrojhilatê Sûriyeyê navçeyek e û ev navçe û heta dewletên derdora wê jî li pêş gelek tehedayên emnî ne ku ne guncav e ji bo dadgeheke navdewletî.
Ev navçe li ber gelek metirsiyên emnî ye ku nahêlin karibe dadgeheke navdewletî lê bê dirustkirin. Ji pênc salan ve behsa vê bîrokeyê tê kirin û di vê demê de hin jin ji kampan reviyan û DAIŞê dikarîbû hin girtiyan azad bike. Em baş dizanin ku dirustkirina dadgeheke navdewletî îro ne tiştekî realîst e. Ne berî 5 salan wiha bû û ne jî niha wiha ye. Bi ser de jî tu destpêşxerî di vê derbarê de tunin û her ku behsa dirustkirina vê dadgeha navdewletî ya hîpotîk tê kirin rewşa emnî li wê navçeyê xirabtir dibe.
Lewra bila em ji bîr nekin ku dosyeyên dadwerî li ser van kesan li welatên wan hene û ji lewra çareseriyek heye ew jî ew e ku li welatên wan bên vegerandin, dadgehkirin, hukimkirin û zindanîkirin. Eger dadgeheke navdewletî bê dirustkirin. Kes nizane kengî ye, gelo dê 5 sal, 10 sal, 15 salên din be kes nizane.
Rûdaw: Çarenivsîa wan girtiyên DAIŞê dibe çi? Pêşeroja wan çi dibe?
Marie Dozi: Baş e, careke din dibêjim, eger ev girtî vegerin Fransayê dê yekser lêkolîn li ser wan bê kirin. Wekî encamderên kiryarên terorî, dibe ku hinan ji wan tawanên li dijî mirovahiyê kiribin. Weke derbiderkirin, şkencedan, sebîkirin, destdirêjîkirin li dijî jinên Êzidî weke nimûne, bi herhal dê lêkolîn li gel wan bên kirin, li ser tawananên wan. Girtî dê li ser wan tawanan bên dadgehkirin ji aliyê dadgeheke taybet a li Fransayê ve.
Eger ev girtî rojekê ji aliyê Kurdên Sûriyeyê ve bên dadgehkirin dê pirsgirêk dîsa ew be ku ev hukim dê tu qîmetê wan li derveyî bakurrojhilatê Sûriyeyê tune be. Lewra dema ku vegerin Fransayê piştî qedandina cezayên xwe li bakurrojhilatê Sûriyeyê, wê rewş bêhtir tevlihev bibe. Ji ber hukmê li bakurrojhilatê Sûriyeyê bê sepandin ti qîmetê wî li Fransa tune. Ev e tiştê ku min xwest di vê derbarê de bibêjim.
Rûdaw: Welatekî sêyem heye ku ew DAIŞî ji bo wî welatî bê şandin?
Marie Dozi: Nexêr. Ev ne mumkin e. Welatekî sêyem nikare girtiyekî dadgeh bike ku tu tawan li ser xaka wî nekiriye û ne hilgirê welatînameya wî ye. Li hember jî ez ê vegerim jin û zarokên ku li Kampa Rojê ne. Ev jinên ku red dikin bên vegerandin, ne mumkin e bên neçarkirin ku vegerin Fransayê. Çima? Bi sadeyî ji ber ku bakurrojhilatê Sûriyeyê ne dewleteke serwer e, Fransa nikare wê neçarî pabendbûna bi yasaya navdewletî bike.
Nikare bixwaze ku bên derkirin, ji ber ku li wê navçeyê dewleteke serwer nîn e. Lewma tiştê ku divê bê kirin ew e ku ev jinên ku bi zarokên xwe re red bikin bên vegerandin ji aliyê desthilata Kurdên Sûriyeyê ve bên derkirin û ji bo welatekî sêyem bên şandin.
Wekî nimûne dikare wan bişîne Kurdistana Îraqê û desthilatên Fransî li ser sînor li benda wan bin ji bo ku wan vegerînin Fransayê û lêkolînê li gel wan bikin û wan têxin zindanên demkî û zarokên wan wergirin. Ev çareseriyek e.
Rûdaw: Derfetên mehkemekirina girtiyên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê hene?
Marie Dozi: Ev yek mumkin e lê divê haya me ji wê yekê hebe ku piraniya van jinan neçûbûn Îraqê û li Fransayê dozên yasayî li ser wan hene. Dema ku ji bo Kurdistana Îraqê bên şandin û desthilatên dadwerî yên Fransayê li benda wan bin ji ber wê yekê ye da ku reftar li gorî yasaya navdewletî li gel wan bê kirin û ji bo Fransayê bên vegerandin, ne ji bo ku li Îraqê dozên yasayî li hember wan bên vekirin ku berê li Fransayê hene.
Rûdaw: Çend girtiyên DAIŞî yên Fransî li Roajvayê Kurdistanê hene?
Marie Dozi: Belê, li ba min hejmareke zelal derbarê jinan de heye lê ne di derbarê zilaman de. Di derbarê jinan de, ez dizanim ku nêzî 100 zarokî û di navbera 60 heta 70 jinî de hene. Ev yên Fransî ne. Tiştê em dizanin ji Fransa hejmara herî mezin a jinan li ser asta Ewropayê çêbû Sûriyeyê, di pey Fransa re Brîtanya tê.
Lê heta niha gelek jin û zarokên Fransî li Kampa Rojê mane. Di derbarê zilamên girtî de, bi dehan Fransî hene ku niha li Kampa Rojê ne. Li vir jî pirsa nûciwanan tê. Nûciwanên Fransî ku dema sala 2019an gihiştin vê kampê, temenê wan di navbera 8 heta 10 salî de bû, îro temenê wan 12-13-14 sal in.
Desthilata Kurdên Sûriyeyê wan vediguhêze navendan û piştî 3 salan wan dibe zindanan, ev jî pirsgirêke din e. Ji ber ku ev zarok ne bi îradeya xwe bi dê û bavên xwe re çûbûn Sûriyeyê. Ew qurbaniyên dê û bavên xwe ne û li şûna li kampan bimînin ew xwe di zindanê de dibînin. Ji ber vê yekê jî divê ew ji bo welatên wan bên vegerandin û welatên Ewropayê bi berpirsiyara xwe rabin.
Rûdaw: Li wan zindan û kampan, rewşa jin û zarokên DAIŞê çawa ye, tu agahdarî?
Marie Dozi: Komîteya navdewletî ya mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî dibêje ku ev zarok di kampan de di rewşeke mirovî ya xirab de ne. Herwiha komîteya rûbirûbûna şkencedanê û dadgeha Ewropayî jî.
Nîrên jiyanê di van kampan de diyar in. Zarok nikarin bixwînin, nikarin perwerdeyê wergirin, nikarin xizmeta tendirustî ya pêwîst wergirin. Hin zarok bi birîndarî gihîştibûn van kampan, bi taybetî ji Baxozê û birînên wan wekî pêwîst nehatibûn dermankirin.
Ew şok bûne û bizîşkên derûnî nînin û di van kampan de her tişt ji zarokan kêm e. Di vê dawiyê de, li kampa Rojê 3ê rojan ava vexwarinê de kêm bû. Bêguman ev zarok di rewşeke pir pir zehmet de dijîn.
Rûdaw: Bi nêrîna we lêçûna mehkemekirina girtiyên DAIŞê çiqas e û dê çiqas dem dirêj bike?
Marie Dozi: Belê, li Fransayê her kesekî ji kampê vegere pêşî lêkolîn pê re tê kirin û bi şêweyekî demkî tê desteserkirin ji bo dema lêkolînê. Lêkolîn ji dema çûna wî bo Sûriyê dest pê dike, dadwerên dozên terorê lêkolînê bi van kesan re dikin ji dema çûna wan bo Sûriyeyê vê.
Êdî dema ew vedigerin lêkolîn bi wan re tê kirin, di hecza demkî de dimînin, heta ku lêkolîn bi dawî bibe. Paşê tên dadgehkirin li pêş dadgeha cînayetan. Hin jin hene ji Tirkiyeyê hatine dûrxistin, hûn dizanin ku piştî hin jin ji kampan derketine û li Tirkiyeyê lêkolîn li ser wan hatiye kirin ew ji Tirkiyeyê hatine dûrxistin û ji bo Fransayê hatine şandin.
Hin ji wan jinan hatine dadgehkirin û sizayên tund li ser wan hatine sepandin li Fransayê: 10 sal zindanîkirin, 12 sal zindanîkirin. Ev jin in, ev ne jinên ku şer kiriye, wan tu kes nekuştiye, tu kes şkence nedane. Wan sebîyeyên Êzidî li malên xwe negirtine. Ev jin bi tundî hatine hukimkirin.
Zilamên ku vegeriyane Fransayê hîn kukim li wan nehatiye birîn ji ber ku tu kes ji wan ji zindanên bakurrojhilatê Sûriyeyê nereviyaye lê eger heye ku heta 30 salî zindanîkirin ji aliyê dadgehê ve li ser wan bê sepandin bi sedema kiryarên ku li Sûriyeyê kirine ku ev jî hukmekî giran e ji aliyê dadgeha cînayetan a Fransayê ve.
Rûdaw: Hûn çima parêzeriyê ji jin û zarokên DAIŞê re dikî?
Marie Dozi: Bi rastî ez parêzera dapîr û papîr, metik û mamên van zarokan im li Fransayê. Wate ez parêzera wan malbatan im ku xebat kirine da ku zarokên wan neçin Sûriyeyê û hewl dane ku zarokên wan nebin tundrew û ew gelekî bi vê yekê xemgîn in.
Ew kesên ku neviyên wan niha li wi rin û hewl didin ku wan ji nav DAÎŞê derxînin û îro xebatê dikin da ku neviyên wan ji bo Fransayê bên vegerandin. Wate ez parêzera hejmarek malbat im ku hemû hewlên xwe didin da ku neviyên wan ji bo Fransayê bên vegerandin ji ber ku ew bixwe qurbanî ne û dema ku ew bên vegerandin bê guman ez ê parêzariya qurbaniyan bikim ji bo malbatên wan û hin caran ji bo van jinên ku ji çar salan ve dixwazin bên vegerandin û divê berpirsiyara xwe hilgirin ku ji min re diyar dike wan çi şaşî kiriye ku şaşiya herî mezin e di jiyana wan de.
Belê, niha dixwazim tekez bikim ku min berevanî di ber çekdaran de nekiriye, tenê ez berevaniyê di ber jin û zarokan de dikim.
Rûdaw: Ti jineke DAIŞê ku poşman bûye, heye?
Marie Dozi: Ez dibêjim, çendîn helwest hene. Hin jin hene ku poşman bûne li çûna xwe û bi rastî poşman bûne. Hin jin hene ku di temenê 14 saliyê de çûne û niha temenê wan 20-21-22 sal in lê di temenê 14 saliyê de çûbûn.
Hin jin hene ku bi dê û bavê xwe re çûbûn û wê demê temenê wan 12 sal bû û niha 20 salî ne û hin jin hene heta niha pir tundrew in, pir pir tundrew in û bi baweriya min divê pêşî ev jin bên vegerandin ji ber ku metirsiya reva wan ji kampan heye û dikarin bibin metirsî.
Ewên ku tevlî DAIŞê bûne divê bêguman di destê dadweriyê de bin ji ber eger ew birevin bêguman dê li Sûriyeyê tevlî rêxistina terorîst bibin û ev ne di berjewendiya kesekî de ye, ne Kurdên Sûriyeyê û ne jî Fransa.
Wate ez berevaniyê di ber wan jinan de dikim ku di şaşiya xwe gihîştine û poşman bûne li tiştên ku kirine. Ew berpirs in di ber kiryarên xwe de lê hinek ji wan poşman bûne lê bêguman, ewên ku naxwazin vegerin û dixwazin tevlî DAÎŞê bibin û pabendî hizrê tundrew bin min hilnabijêrin weke parêzera xwe, bêguman.
Rûdaw: Te hewl da derbasî Rojavayê Kurdistanê bibî û miwekilên xwe yên jinên DAIŞî bibînî?
Marie Dozi: Belê, min sê caran hewl da biçim wir. Cara ewil li gel rêxistina nehikûmî, Parêzerên Sînornenas bû. Wê demê ez ji ber nûneratiya parêzeran ve hatibûm destnîşankirin, ji aliyê sandîkaya parêzerên Parîsê ve. Me nikarîbû sînorê di navbera Kurdistana Îraqê û bakurrojhilatê Sûriyeyê de derbas bikin ji ber ku qonsulxaneya Fransayê çûn li me qedexe kir.
Cara duyem ez vegeriyam ligel 2 torên nehikûmî û hin komeleyan, dîsa me nikarîbû biçin û cara sêyem, ez vegeriyam li gel hin parlemanterên Ewropayî û hin senatoran. Wê hingê hevpeyvîneke me bi were jî hebû li gorî ku tê bîra min.
Me dikarîbû biçin wî aliyê sînor lê Fransayê red kir ku em dûrtir herin bêhtirî çend kîlometreyan ji sînor. Fransayê nexwest em derbasî nav Kampa Rojê bibin û zehmetî di vir de ye. Zehmetî ew e ku rê nayê dayîn ku kes bigihêje van kampan, ne rêxistinên nehikûmî yên Fransî, ne parêzerên Fransî û ne jî parlemanterên Fransî yan parlemanterên Ewropayî yên Fransî.
Hin welatên din dihêlin komele, rêxistin, bizîşkên derûnî biçin wir lê ne Fransa. Fransa her tiştî dike daku em negihêjin wan kampan û ev bi rastî pirsgirêkek e.
Rûdaw: Spas bo we.
Marie Dozi: Zor spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse