'Tirkiyeyê xwest warê Kurdan vala bike û guherîna demografiyê pêk bîne'

16-10-2023
Hisên Omer
Rêveberiya Xweser santralên elektrîkê çak dike / Ji ber dîmenan
Rêveberiya Xweser santralên elektrîkê çak dike / Ji ber dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Êrişên Tirkiyeyê Kovan Kinho
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bandora bombebaran û têkdana jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir rûyê xwe nîşan dide.

Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê ziyaneke mezin gihîştiye jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê.

Li nêzikî gundekî Tibespiyê dema pîrejinek li hewşa mala xwe dimeşiya, balafirên Tirkiyeyê wêstgeheke petrolê ya nêzî mala wê bombebaran kir.

Dîmenên ku bi kamereyeke çavdêriyê hatine girtin ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hat şandin.

Deng û agirê bombeyên balafirên Tirkiyeyê tirseke mezin xist dilê endamên wê malbatê.

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku li heman gundî welatiyekî ji ber parçeyên bombeyê canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser hinek santral ji nû veaktîv kirine

Li aliyê din tevî wêraniya mezin, tîmên teknîkî yên Rêveberiya Xweser, hewlên çakkirina santralên av û elektirîkê didin û wan hinek santral ji nûve aktîv kirine.

Karmendekî Santrala Elektirîkê ya Rimêlanê, di derbarê çakkirina santralan de zanyariyên herî nû dan Rûdawê.

"Li Rimêlanê 3-4 santral ketine xizmetê"

Karmendê santrala elektirîkê ya Rimêlanê Ebdo Hisên wiha anî ziman:

"Li Rimêlanê 3-4 santral ketine xizmetê. Em dikarin bibêjin pêdiviyên milet ên lazim em bi wan dimeşînin lê belê elektrîk li ser gelek cihan hatiye birîn. Em niha ji bo saziyên xwe û pêdiviyên wekî aş Eu av ên ku ji milet re lazim in bi kar tînin."

Li gundê Maşoqê û derdora wê çend santral hatibûn bombebarankirin.

Sekreterê Partiya Rojê Kovan Kinho ji Rûdawê re da zanîn ku Tirkiyeyê ji sedî 80 binesaziyan wêran kirine da ku xelkê Rojavayê Kurdistanê neçarî koçberiyê bike.

“Tirkiyeyê xwest warê Kurdan vala bike û guherîna demografiyê pêk bîne”

Sekreterê Partiya Rojê Kovan Kinho wiha got:

"Cihê petrolê, cihê avê, cihê elektrîkê, cihê gazê ji sedî 80 têk birin. Zêdetirî 100 cihên av û elektrêkê hatin armankirin.

Dewleta Tirk dixwest ku miletê me bê av, bê elektrîk bimîne da ku careke din penaber bibe û cih û warê Kurdan vala bimîne û bi vê yekê bikaribe guhertineke demografiyê dîsa li cih û warê me pêk bîne."

Di dîmenên ku roja duşemê ji navçeya Cerihê ya Tirbespiyê hatine girtin û ji Rûdawê re hatine şandin de diyar dibe ku hinek santral ji kar ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst