Amedsporê cejna xwe li Enqereyê pîroz kir: 2-1

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amespor Keçiorengucu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê 2-1 zora Keçiorengucuyê bir û ji paytexta Tirkiyeyê bi 3 puanan vegeriya.

Amedspor û tîma Enqereyê Keçiorengucu di çarçoveya hefteya 31emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyuma Aktepeyê hatin pêşberî hev.

Amedsprê bi xwestek dest bi maçê kir û di xuleka 2yem de bi gola Bobby Adekanya ket pêş lê piştî demeke dirêj ji kontrola VARê gol hat betalkirin.

Amedspor ranewestiya û di xuleka 17an de bi gola Velî Çetîn 1-0 ket pêş.

Nîveka yekem 1-0 bi serketina Amedsporê bi daw bû.

Di nîveka duyem de jî tîma bi bandor Amedspora Bakurê Kurdistanê bû.

Hakemê lîstikê di xuleka 60î de karta duyem a zer nîşanî lîstikvanê Amedporê Sînan Kurd da û bi karta sor ji lîstikê derket.

Nîşandana karta duyem a zer bû sedema bertekên tund ên Amesporê.

Di xuleka 80yî lîstikvanê Amedsprê Velî Çetîn vê carê qeleya xwe û skor bû 1-1.

Amedsporê tevî ku 10 kes ma dev ji lîstikê berneda û êrişên xwe berdewam kirin.

Lîstikvanê Amedsporê Daniel Moreo di xuleka 90î ji penaltiyê Amedsporê 2-1 xist pêş û listîk bi vê skorê qediya.

Amedsporê bi vê encamê puanên xwe derxistin 46an û di Lîga 1emîn a TFFyê de derket rêza 7an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst