Messi bû lîstikvanê tîma Paris Saint Germain

10-08-2021
RÛDAW
Nîşan Lionel Messi Paris Saint Germain FC Barcelona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jorge Messi (wek Xorxê Messî tê xwendin) bavê stêrka futbolê Lionel Messi ragihand, ku kurê wî tev li tîma Paris Saint Germain a Fransî bûye.

Lionel Messi stêrkê Arjantînî û yarîzanê berê yê tîma Barcelona ya Spanî bi fermî bû yarîzanê tîma Paris Saint-Germain a Fransî û li gor nûçeyeke Bein Sport ku gelek nêzîkî vê tîma Fransî ye, Messî biryar e di çend demjimêrên bihê de bigihe Parîsê.

Medyayên Fransî bi awayekî berfireh nûçeya rêkeftina Lionel Messi û tîma Paris Saint-Germain belav kirine û amaje bo wê yekê kirine, ku herdu alî gihîştine rêkeftina dawî û êdî ew stêrkê futbolê bûye lîstikvanê tîma Fransî.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, girêbesta Messî li gel tîma Paris Saint-Germain bo 2 salan dibe û egera nûkirina girêbestê bo sala sêyem jî heye. Herwiha tê gotin, mûçeya salane ya Lionel Messi di PSG de 35 milyon Euro ye.

Medyaya Fransî belav kirine, Messi di pêkhateya tîma PSG de drêsê hejmar 18 an jî 30 li xwe dike.

Li gor nûçeya rojnameya Lekipi ya Fransî, Messi di çend demjimêrên bihê de digihe Parîsê û dê pişkinînên pizîşkî jê re bê kirin û bi fermî girêbesta xwe li gel tîma xwe ya nû îmze bike.

Tê gotin, roja Çarşemê Messi dê konfranseke rojnamevanî de saz bike û hûrgiliyên tevlibûna xwe di tîma PSG de aşkere bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst