Messi ji PSGê vediqete

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Lionel Messi PSG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê Parîs Saint-Germain (PSG) Christophe Galtier ê ku yek ji tîmên Lîga Yekemîn a Futbolê ya Fransayê ye, ragihand ku stêrkê futbolê yê Arjantînî Lionel Messi dê roja şemiyê 3ê Hezîranê bi cil û bergên PSGyê ji bo cara dawî bilîze.

Rahênerê Parîs Saint-Germain (PSG) Christophe Galtier di civîna çapemeniyê de got, “Di dîroka fûtbolê de min derfeta rahêneriya lîstikvanê herî baş bi dest xist. Lîstika dawî ya Messi li Parc des Princes dê li hember Clermont be.”

PSG ya ku hefteyek beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon, di Lîga 1ê de bi 11 caran bû şampiyoniya herî zêde navê xwe li dîrokê tomar kir.

Lionel Messi yê ku bi cil û bergên Barcelonayê navê xwe li dîrokê tomar kir û di 16 salan da gelek kupa û serkeftin bi dest xistin, di havîna 2021an da derbasî PSGyê bibû.

Lîstikvanê Arjantînî yê 35 salî di PSGyê de bi tevahî 74 lîstik lîstin û 32 gol avêtin û 35 asîst kirin.

Tê îdiakirin ku tîma nû ya Messî dê yan Inter Miami ya David Beckham, Barcelona an jî tîma El-Hîlal a Siûdî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst