Em dê hêzê bidin deng

13-07-2023
Nîşan Podkasta Rûdawê Radyoya Rûdawê Kurdî
A+ A-

Ferman Salih*

Niha li cîhanê zêdetirî milyonek podkast li ser platformên cihêreng têne weşandin. Piraniya van programan li Amerîka û Ewropayê têne berhemanîn. Tenê li ser Podkastên Apple-ê, zêdetirî 43 milyon xelekên podkastê hatine weşandin. Her roj podkastên zêdetir têne çêkirin û kesên ku guhdariya wan jî dikin zêdetir dibin.

Li gor lêkolînan, ji %80ê ji guhdarên podkastê di hefteyekê de zêdetirî 7 demjimêran li programên xwe yên bijar guhdarî dikin.Ji %22an jî bi navînî zêdetirî 20 demjimêran di hefteyekê de li podkastan guhdarî dikin.

Ev jimar ji me re dibêjin ku podkast bûye beşeke girîng a medyaya nû. Ji ber naverokên xwe yên cihêreng, podkast şûna çend xwestekên taybet digirin. Meriv wê naverokê di bername û cihên din de nabîne.

Ji ber ku berevajî cureyên din ên bernameyên dengî, podkast tu sînoran li ser meriv ferz nake û hûn dikarin her dem û li her deverê lê guhdarî bikin.

Em dikarin bibêjin ku podkast modeleke pêşkeftî ya radyoyê ye, ji ber ku her du jî bi rêya deng peyamên xwe belav dikin û radigihînin. Lêbelê bi saya pêşketina teknolojîk amûrên ragihandinê hêsantir û bileztir bûne. Niha her kes dikare li mala xwe yan li cihê karê xwe bêyî ku hewcedariya wî/wê bi amûrên giranbiha yan antênan hebe, podkastê berhem bîne. Lê ji berhemanînê girîngtir naverok û awayê pêşkêşkirina wê podkastê ye.

Li piraniya welatên cîhanê hîna podkastê wekî alaveke nû ya medyayê cihê xwe negirtiye. Lê hino hino guhdarên wê zêde dibin û saziyên medyayê jî girîngiyeke mezintir didin berhemanîna podkastan. Ji ber ku medya, ji bilî lezgînî û hûrbîniyê, divê her gav tiştên herî nû û baş pêşkêş bike, ji bo ku bibe çavkaniya wergirtina zanyariyan û her wisa cihê baweriya wergirên xwe.

Tora Medyayî ya Rûdawê hertim di wê baweriyê de ye ku mîna hemû wergirên cîhanê, wergirên wê jî hêja ne ku tiştên herî baş û nû ji wan re bên pêşkêşkirin. Loma jî Rûdaw li her derê heye û her dem zanyariyan bi awayekî profesyonel radigihîne, tevî guhertinên bilez jî, Rûdaw ranaweste û her tim yekem û bê rikber e.

Niha Rûdaw yekemîn medyaya kurdistanî û iraqî ye ku podkastê bi vî rengê berfireh tîne Kurdistanê û di platformên cîhanî de li ber destê guhdarên Kurd datîne û dê di siberojê de ji bo zimanên din jî pêşkêş bike.

Rûdaw tenê di vê sezonê de dê 20 podkastên di warên siyasî, çandî, olî, wêjeyî, muzîk, tenduristî, teknolojî û aborî de biweşîne. Hemî podkast xwedî naverokên cuda ne û ji hêla mirovên navdar û pispor ve têne pêşkêşkirin.

Guhdarên delal, hûn dikarin bi rêya podkastên Tora Medyayî ya Rûdawê programên xwe yên bijare bibînin. Kîjan dem li gor we li cih bû, hûn dikarin bi telefonên xwe yên destan (mobile) û li ser CarPlay li seranserê cîhanê li podkastên Rûdawê guhdarî bikin.

Em dixwazin nola guhdarên cîhanê, vebijarkên baş û mifadar ên guhdarên Kurd jî di podkastan de hebin û em hêza deng vegerînin. Ji ber ku ji ber mijûlî, demjimêrên dirêj ên kar û kêmbûna demê, derfeta wergirtina peyaman û temaşekirin an xwendin û guhdarîkirina amûrên ragihandinê kêm bûye, loma podkast dikare di demeke hindik de zanyariyên nû bide wergiran.

Em dê di 15.07.2023an de dest pê bikin. Em dê bi rêya malpereke podkastê ya taybet ku wê bi platformên podkastên cîhanî ve were girêdan, her wiha bi rêya Radyoya Rûdawê jî sezoneke nû û cihêreng pêşkêşî we bikin. Podkastên me bi qasî pirtûkan dewlemend û tijî zanyarî ne.

Bandora Radyoya Rûdawê wê zêdetir û berfirehtir bibe. Em ê derfetên zêdetir jî bidin rewşenbîrên Kurdistanê.

 

* Rêveberê Radyoya Rûdawê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst