Pêşiyên Kurdan ji bo berhemên pîroz “kitêb”, ji bo yên din “pirtûk” gotine. Ez ê di vê nivîsê de gotina “kitêb”ê bi kar bînim.
Di dîroka mirovahiyê de gelek metn û pirtûk rasterast wek kitêbên muqedes (pirtûkên pîroz) hatine dîtin û bi hezar salan bandoreke mezin li civak û miletan kirine. Tewrat, Zebûr, Incîl, Quran, Vîda, Trîpîtaka, Wou Kîng, Avesta, Mushefa Reş, Serencamname hinek ji wan in.
Peyva pîrozbûnê bi xwe pêşbiryarekê pêk tîne û gelek derî û paceyan li ber têgihîştinê digire. Xwendina kitêbên muqedes pirî caran mirovan ji rastiyê dûr dixe. Lê bi mêzîna aqil û zanistê, bersiva gelek pirsan jî di xwe de dihewînin.
Kitêba Muqedes ji Tewrat, Zebûr û Incîlê pêk tê. Ji bo herduyên pêşî Peymana Kevn, ji bo Incîlê jî Peymana Nû tê gotin.
Peymana Kevn, kitêba muqedes ya Cihûyan e. Bi Ibranî û Aramî hatiye nivîsîn. Ji 3 beşan pêk tê: Pirtûkên qanûnê (5 kitêbên Mûsa), Pêxember û pirtûkên dîrokê, mezmûr.
Peymana Nû (Incîl) bi Grekî hatiye nivîsîn û bi giştî ji jiyannameya Îsa û peyrewên wî pêk tê. Fille, herdu peymanan jî muqedes dibînin.
Dema mirov Kitêba Muqedes bigire destê xwe, divê ne li benda pirtûkeke weke Quranê be. Ne bi şêwaz, ne bi naverok. Tenê Zebûr ji ber helbestkî ye, dişibihê.
Naxwazim danberheva Quranê û Kitêba Muqedes bikim. Lê cudahiya herî diyar ev e: Qur’an bi zimanê Xwedê diaxive û metnekî krîstalîze ye. Kitêba Muqedes bi zimanê mirovan e. Bi qencî û xirabiyên xwe li hemberî me dîmenekî mirovî heye. Xwedê jî antropomorfîk e. Hinek caran Mûsa qehra wî aş dike... Pêxember mirov in; ne milyaket. Guneh û sûc û qusûrên wan hene. Dawid dema Bat-Şeva dibîne dil dikeviyê, mêrê wê Ûriya dişîne sengerên şer yên mirinê, piştî di şer de dimire, bi jina wî re dizewice û ji vê zewacê Silêman çêdibe. Çîrokên bi vî awayî pir in.
Di rûpelên destpêkê yên Tewratê de Afirandin heye. Çîroka afirandina mirovî. Gelek balkêş e. Xwedê Adem ji axê diafirîne, henaseya jiyanê pif dike pozê wî. Wî datîne Adenê, ku li rojhilat e. Çar çem tê de diherikin: Pîşon, Gîhon, Dîcle, Ferat. Dara zanîna başî û xirabiyê, lê qedexe ye.
Ji bo tenêtiyê nekişîne, wek alîkar jin tê afirandin. Erê! Di hemî kitêbê de ziman û awir, pederşahî û patrîarkal e. Ji bo ji wê darê bixwin, çavê wan vebe, qencî û xirabiyê ji hev derxin, mar wan dixapîne. Jin dixwe, dide mêrê xwe û çavê wan vedibe. Serpêhatî bi vî awayî dest pê dike. Têra xwe hûrgilî hene.
Tewrat tim weke beşên destpêkê ne fantastîk e. Ji ber ku kitêbeke neteweyî ye. Weke kronîka Cihûyan e. Dîrok û dara êl û eşîrên wan e. Yahûdî (Cihû) neteweya bijarte ya Xwedê ne. Dema mirov Tewratê dixwîne çêtir fêm dike bê Cihûyan çawa di nav wan pêl û bobelatên dijwar ên dîrokê de hebûna xwe parastine û winda nebûne.
Piştî qanûnên cizayên kuştinê, hişkî û tundiya Tewratê, mirov di rewaniya Mezmûran de hinekî bêhna xwe vedide:
Bextewar e yê gihaye zanayiyê
Yê hiş dîtiye
…
Zanayî dara hebûnê ye, bextewar in yên xwe pêgirtine
Pesnê aqil û zanatiyê tê dayîn, ji ber ku “Reb bingeha cîhanê li ser zanayiyê daniye”. (Pendên Silêman, 3/13, 18, 19)
Îcar beşa Neşîdeya Neşîdeyan (Newaya newayan) bi her awayî helbesteke erotîk e. Jin wiha hesreta yarê xwe dikêşe:
Bila min bi lêvên xwe ramûse heta dikare
Lewra hezkirina te ji meye şîrîntir e
Sermestî heye di vê beşê de:
Ax, çiqas delal î, hezkiriya min, ax, çiqas delal
Her çavekî te weke kevokekê!
(Zebûr, Newaya Newayan, 2, 15)
Incîl ji yên din bêtir kitêba dilovanî, dilsozî û dîn e. Îsa tim şîretên xwe bi şibandinên balkêş dike. Derî ji hiş re vedike. Yehyayê Mêrûnker (Waftizvan) berya Îsa derketiye û nav daye. Keyê herêmê Hîrodes bi daxwaza Hîroda ya jina Fîlîpûsê birayê xwe, Yehya dide girtin. Di pîrozbahiyên rojbûna Hîrodes de keça Hîrodiya wek xelata reqsa xwe sere Yehya dixwaze û serê wî tê jêkirin. Çîrokên wisa balkêş hene.
Îsa, mafê mirovan di ser îbadetan re digire. Li hember dînfiroşan têdikoşe: “Ez vê ji we re bejim: heya rastiya we melleyan û Ferîsiyan derbas neke, hûn nikarin bikevin serdestiya asîmanan.” (Matta, 20)
Di Incîlê de Matta, Markos, Luka û Yûhanna bi giştî dûbareya heman çîrokê ne. Her yek bi şêwaza xwe. “Destpêkê gotin hebû” hevoka yekem ya Yuhanna ye. Û bi ya min di Incîlê de beşa herî xweş jî ev e.
Tewrat netewe û dîrok e, Zebûr hest û helbest e, Incîl heqîqet û irfan e. Di her sêyan de jî çêja muqedesiyê heye. Yan ji ber pêşbiryarê, yan ji ber carinan Reb diaxive, yan jî ji ber metnên hezar salan in. Lê heye. Herî zede di Incîlê de.
Mirov li pir gotin û vegotinên Quranê û yên misilmanan rast tê. Ji ber ku çavkanî yek in û dîn eklektîk in. Mînak: “Sedeqeya destê we yê rastê dide, bila destê we yê çepê pê nehise.” (Matta, 6/3)
Di Kitêba Muqedes beşa Yeşaya de pêşiyên Kurdan Medî wek neteweyeke ku “Qedir nadin zîvî, ji zêran hez nakin” tên nasandin û tê gotin ku Xwedê bi deste wan dixwaze “quretiya Kildaniyan ya bilind, keyatiya herî delal Babîlê” birûxîne.
Dema mirov kitêbên muqedes dixwîne, rewş û refleksên civakan çêtir têdigihîje. Bi taybet şaristaniya rojava û cîhana Misilmanan. Pêwîstiya Misilmanan bi daketina erdê heye, ya Fille û Cihûyan bi derketina asîmanan. Lê ew bi balafiran pêdiviyên xwe dibinin. Divê misilman bibin “mirov”.
Nexwe em vegerin destpêka afirandinê. Belkî çar çemên li Adenê mîtolojî, dîn, felsefe û zanist bin. Herduyên pêşî xewn û xeyal (şev), herduyên din hiş û hebûn (roj). Hev temam dikin. Me ji serpêhatiya mirovahiyê agahdar dikin.
Mirovahî çawa amûran diafirîne, bi wan pêwîstiya xwe û pêşiya xwe dibîne. Lê dîsa bi heman amûran mêjiyê xwe dixitimîne, jiyanê difetisîne. Rast e: “Kesek heta ji nû ve newelide, nikare serdestiya Xwedê bibîne.” (Yuhanna)
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse