Dengê daholê ji dûr ve xweş tê. Derveyê wê te, hundirê wê min dişewitîne.
Tevger û partiyên niha wisa ne. Ji dûr ve û ji derve, gelek mirov, modern û demokrat in. Hinekên wan jî gelek dîndar û xwedayî.
Taximan li xwe dikin, qerewatan girêdidin, xeberdanên xweş dikin. Bi kê re têkiliyê deynin li têla wan dixin, bi dilê wan dibêjin. Bi Ewropiyan re dibin yên herî modern û medenî. Bi Kurdan re dibin Kurdperwer. Bi Îslamîstan re dibin dîndar. Lê ku tariya “fake” avêt, dibin şeytanqûnî û bi derdorê dikevin.
Çi krîter û exlaq ji wan re tune ye. Derew û bêbextiyan, heqaret û tehdîdan dikin. Tiştên nebûyî dixin sitûyên mirovên bi rûmet.
Yên xwe teslîmî partî û cimaetan dikin, bi îrade û mêjî dimirin. Dibin mirî/d û vediguherin zombiyan. Ew ên piştî mirinê radibin û di nav mirovan de digerin. Şekl û qelafetê wan yê mirovan, lê ew êdî ne mirov in. Ew white walkers (ak gezenler) in. Şeytanqûnî ne. Serok û îmamekî wan heye, hemiyan hîpnoz dike û kîjan hedefê nîşan bide, pêl bi pêl diherikin wir.
Dema te bi baweriyeke bê nîqaş, xwe teslîmî tiştekî kir, tu dimirî. Dibî mirî/d. Lê heta serê te li ferşa gorê nekeve, “yên ne wek xwe” mirî dibînî, pê nahesî ku yê mirî tu yî. Xwe gelek dînamîk û dilsoz hest dikî. Bi nezaniya xwe bextewer î.
Erê difikirî, lê bi term û têgehên diyarkirî. Erê zanîneke te heye, lê bi qederê ji te re gotine. Lewma ew fikirîn ne aqilkirin, ew zanîn ne ilm e. Encama her fikr û zanîna te tim diyar e. Helbûkî mirovên normal di encama fikr û zanînên nû de digihîjin encamên nû, gelek caran diguherin. Lê tu naguherî. Ji heft salî heta heftêyî, li ser heman qeysê yî. Şeytanqûnî yî.
Çawa mirovên di zindanan de jî derdikevin holekê, volta davêjin, dimeşin, derdikevin hobiyê û gelek aktîvîteyên din dikin lê di rastiyê de ne azad in. Zindan, dinyaya wan e. Tu meş wan dernaxe ciyekî din. Mirîdên partî û cimaetan jî ne aqil dikin, ne jî azad in. Heta ji wê hîpnozê xilas nebin, nizanin azadî çi ye jî!
Li gorî wan aqilmendî û azadî, jirêderketin, xurifîn, xirabûn, xayîntî û dijminî ye. Lewma herî zêde ji mirovên azad aciz in û êrîşî wan dikin. Şeytanqûnî ne.
Pirbûn wan motîve dike. Nizanin yek kevirê almastê beranberê sedhezar kevirî ye. Zikr û mûzîk û govend, hîpnoza wan e. Û xwîn… Şeraba wan ji hiş dibe, xwîn e. Lewma ewqas fetîşîzma şehîdiyê dikin. Li cem wan, mirî/d tim ji zindiyan biqedirtir in.
Di heman tîpê de ne, tev heman benîştî dicûn, heman jiberê dûbare dikin. Ger mirov bi wan bizane dikare hemî klişe û şablonên wan texmîn bike. Te li yekî guhdarî kiribe, dizane wê hezarên din çi bêjin. Gotin bi serê wan nakeve. Tim û tenê ya xwe qîr dikin. Di şekl û qelafetên mirovan de, lê zombî ne. Şeytanqûnî ne.
We mirîdek dît jê dûr biçin. Ne mirîdên şêxan, yên partî û cimaetan. Şêx êdî demode ne. Trenda nû, mirîdiya partî û orgutan e. Di sûretê mirovan de, lê ne mirov in. Ji bo wan mirov çar kategorî ne: alîgir, dijmin, sempatîzan û kerî. Ji alîgiran re di rastî û xirabiyê de piştevan in. Ji mixalifan re dijmin û bê exlaq. Ji sempatîzanan û girseyê re şîrînok û heval in. Hêviyê dikin wan jî bikin zombiyên wek xwe, mirîdên cimaet û orguta xwe. Şeytanqûnî ne.
Hêza şeytanqûniyan hêsaniya xirabkirinê ye. Rihetiya gumançêkirinê ye. Maske ne. Pirbûna kerî ye. Hîpnoz e.
Di tarîxê de gelek caran şeytanqûniyan mîna kuliyan bi ser welatan de girtin û bi dehan salan wêran kirin. Naziyên Hîtler yek ji mînakên wan in. Îro jî şeytanqûnî kamp bi kamp in û bi milyonan in.
Evqas fîlmên zombiyan binhişekê diyar dikin. Qey dema hûn wan fîlman temaşe dikin, bira jî hûn li bendê ne ku rojekê mirov ji gorên xwe rabin û bidin dû we!
Hema li dora xwe binêrin û bibînin bê ew hevalên we yên rebenok, çawa li ser torên dîjîtal şeytanqûnî ne!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse