Destgirtina bilez a Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li ser Dîmeşqê, bi wê lezê, hemû kes şaş kirin lê berî wê û hîn êrîş li Helebê bû, serkirdeyekî Kurd ê haydar dest bi kar kir û aramiya pêwendiyên navbera HTŞ û HSDyê li bajarê Helebê ava kir, bi parastina her sê taxên Kurdnişîn û Xirîstiyannişîn (Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Siryan).
Ev yek bi hewldanên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Tirkiyeyê re û agahdariya Amerîkayê pêk hat.
Bi vê sedemê aştî û aramiya bajarê Helebê hate parastin, Kurd û Xirîstiyan ji şer û koçberiyê hatin parastin, şer di navbera HSD û HTŞyê de çênebû, di encamê de jî ev her du hêz di destpêka vê guherîna mezin de neketin pêsîra hev.
Bandoreke vê yekê ya herî bingehîn li ser pêvajoya ku ji Helebê dest pê kir û gihîşte Şamê hebû.
Her wiha ew hewldanên li Tirkiyeyê hatin dan û têgihîştina di navbera HSD û HTŞyê de, tevî hin destdirêjî û binpêkariyan, rê da derketina aram ji bo zêdetirî sed hezar koçberên Efrînê li navçeya Şehba ku piraniya wan berê xwe dan navçeyên Rêveberiya Xweser.
Eger ne wiha bûya, metirsiyeke mezin gef li jiyana van koçberan dikir di dema êrîşa hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya Mixalefetê li ser herêmê. Ev tev jî ji ber bandora lihevhatina li ser sê taxên Kurdnişîn ên Helebê bû.
Nêçîrvan Barzanî ew serkirde bû ku bi aştiyê kilîtek ji bo vekirina deriyê baweriyê di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de çêkir, wer kir ku êrişa rasterast û berfireh a leşkerî ya Tirkiyeyê çênebe, her wiha seqayeke aramiyê ji bo van her sê taxên Kurdnişîn û hemû bajarê Helebê çêkir ku rengvedaneke wê ya gelekî baş ji bo hemû Sûriyeyê hebû.
Ew tişta ji Helebê dest pê kir, ew tişta li Sûriyeyê bi cih bû (berî êrîşkirina li ser Elewiyan) û ew handana berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Mezlûm Ebdî ku biçe Dîmeşqê û pêwendiyan bi desthilata nû ya Şamê re baş bike, zemîna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî pir bihêz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî rolek kilîlî ji bo aştiyê li navçeyê lîst. Di heman demê de pêşwazîkirina Serok Barzanî li Mezlûm Ebdî û piştgiriya wî, wer kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û xelkê Rojavayê Kurdistanê piştgiriya gavên Mezlûm Ebdî bikin û, hêzeke mezin a siyasî ya Kurdistanî û girseyî bidinê.
Vê civîna dîrokî nexşerêyeke zelal ji bo miameleya bi rewşa nû ya Sûriyeyê û rola Kurdan tê de danî, ji ber pêgeha navdewletî û herêmî û Kurdistanî ya Serok Barzanî, her wiha ji ber şarezayî û nerîna wî ya kûr ji bo rewşa navçeyê û hevkêşeyên guherînê tê de.
Her wiha rola Amerîka, Fransa û Brîtanya gelekî mezin û bibandor bû li ser bûyerên Rojavayê Kurdistanê û navçeyê, lê rola Nêçîrvan Barzanî bi dîplomasiyeke bêdeng, roleke gelekî sereke û temamker bû ji bo astengkirina şer û bicihanîna aştiyê.
Di telefonên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeya Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî de, behsa şer nedihat kirin, tenê rêyên avakirina aştiyê û pêwendiyên aram dihatin qalkirin.
Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo Mezlûm Ebdî bi kurtî ev bû: Niha qonaxa şer derbas bûye, şansek heye ku deriyê aştiyeke berfireh li navçeyê were vekirin, çûyîna Dîmeşqê û pêwendiya berdewam bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şere re pêwîst e, destûra Sûriyeyê li Dîmeşqê tê nivîsîn û her li wir jî tê pejirandin, mafên Kurdan divê li Dîmeşqê bên çespandin, lewma divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hev bikin û li Şamê yekgirtî bin.
Rêkeftina roja 10ê vê mehê di navbera Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî de, wek rêkeftineke prensîpî tê dîtin ji bo gotûbêjeke berfireh û dirêj, lê zemîneke guncaw a xebata hevpar a siyasî ji bo hemû aliyan daniye, di heman demê de rewşeke civakî ya gelekî baş derxistiye holê ku asta hevpejirandina di navbera netewe û pêkhateyên Sûriyeyê de gelekî baştir kiriye.
Ragihandina rêkeftina ji nişkê ve ya roja 10ê Adarê di navbera Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî de, wekî rêkeftineke prensîpî, cûrek ji dudilî û dibe ku nerazîbûn jî li cem hin partî û aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyeyê çêkiribe, xasma ENKSê ku di gotûbêjan de ye bi aliyên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê ku partiya serdest a Xweseriya Demokratîk e, lê pêwendiya telefonî ya îro di navbera Serok Mesûd Barzanî û General Mezlûm Ebdî de kar danîn ser rêça rast.
Bê guman ev jî aliyên Kurdî han dide ji bo lezkirina hewldanên lihevkirina li ser bernameyeke siyasî ya yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û avakirina şandeke yekgirtî. Girewa Sûriyan li ser Kurdan zêdetir dibe ji bo gihîştina Sûriyeyê bi ezmûneke demokratîk, aliyên navdewletî yên bi bandor jî piştgiriyê didin rola û yekîtiya Kurdan li Sûriyeyê ku niha deriyê paytexta Sûriyeyê li ber Kurdan hatiye vekirin, lewra pêwîst e Kurd hebûna xwe ya bihêz û bibandor li Şamê piştrast bikin bi awayekî ku tu alî nikaribe ji vir û pê ve Kurdan paşguh bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse