Dawiyeke layiq: Ocalan, Erdogan û Bahçelî

10-03-2025
Resen Remzî
Nîşan Ocalan Erdogan Bahçelî PKK
A+ A-

Piştî weşandina banga rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan a ji girtîgeha Îmraliyê, (27ê Sibatê) pêvajoya ku li Tirkiyeyê heye ket qonaxeke nû. Bûyerên siyasî yên Tirkiyeyê bi awayekî diqewimin ku zû ne û dibe ku ew lez û bez ne di bendewariya ti aliyî de bûbe.

PKKyê di nav 48 saetan de bersiva banga Ocalan da û agirbest ragihand. Peyama Ocalan û bersiva PKKyê ji aliyê partiyên siyasî û civaka Tirkiyeyê ve hatin pêşwazkirin. Ne tenê rojeva Tirkiyeyê lê rojeva medyaya cîhanê jî dagirt.

Guherînek li pêşiya Tirkiyeyê ye ku ne Kurd, ne Tirk, ne partiyên siyasî yên wî welatî dibe ku amadehiya wan a temam ji bo hevahengiya bi wê guherîna mezin re nebe, ji ber ku pêvajo di otobanekê de ye ku seqaya wê bi mij û moran e û radeya dûrbîniyê lê kurt e lê dewlet dizane ber bi kû ve diçe.

Niha çav li ser Qendîlê ne ku gavê ber bi kongreya xwefesixkirinê ve biavêje. Li gorî peyama ku ji Qendîlê hatiye belavkirin, PKK amade ye kongreyê ji bo fesixkirina rêxistinê li dar bixe lê tekane mercê wê ew e ku Ocalan bi xwe serkariya wê kongreyê bike.

PKK dizane ku Ocalan nayê berdan lê qet nebe dixwaze ku Ocalan bi rêya peyama vîdeyoyî yan telekonfransê beşdar be, dikare pêvajoya xwefesixkirin û çekdanînê hêsantir bike, ji ber ku heta niha dîtinên cuda li ser fesixkirin û çekdanînê di nav PKKyê de hene.

PKK ne rêxistineke yekgirtî ye. Gelek baskên cuda cuda tê de hene. Ji bilî Kurd, Elewî û Ermeniyên nav PKKyê, komên Marksîst/Lenînîst jî di bin sîwana PKKyê de kom bûne ku armancên wan cuda ne, serkirdeyên wan cuda ne lê ji ber ku nikarin têkoşîna çekdarî li Tirkiyeyê bi rê ve bibin li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û li Rojava, di bin baskê PKKyê de kom bûne û sûdê ji kampên leşkerî û çavkaniyên çekan ên PKKyê werdigirin.

Ev ji bilî wê yekê ku baskên ser bi welatên herêmî û Ewropî jî di nav PKKyê de hene. Ji ber vê yekê hemû li ser çekdanîn û xwefesixkirinê li hev nakin. Tenê peyam û midaxeleya Ocalan dikare wan bîne ser yek biryarê, loma PKK daxwaza Ocalan ji bo serkarîkirina kongreyê dike.

Li vir peyama tomarkirî ya vîdeoyî ya Ocalan dikare bandorê li ser biryara wê kongreyê bike. Di rastiyê de, Sirri Sureyya Onder ku endamê sereke yê şandeya Îmraliyê ye amaje bi vê yekê dike, erê li Îmraliyê vîdoyeke Ocalan hatiye tomarkirin lê ne agahdar e ji vê yekê ka ew girtevîdeyo dê were belavkirin an kengî were belavkirin.

Peyama ku li Îmraliyê hatiye tomarkirin, ji bo rojeke wisa hatiye hilanîn. Derfet heye ku Tirkiye destûrê bide peyameke din a vîdeoyî ya Ocalan were amadekirin rasterast ji bo Qendîlê da ku alîkar be di biryardana çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê lê dûr ji zanyariyên medya û raya giştî.

Hevdem bi amadehiyên Qendîlê re, şandeya Îmraliyê rûniştinên xwe yên bi Ocalan û partî û aliyên siyasî yên hundir û derveyî Tirkiyeyê re dê didomîne.

Bersiva PKKyê û çarenivîsa YPGyê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), wekî PKKyê di bin sîwana Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de ye û li Rojava Kurdistanê û Sûriyeyê çalak e. YPG di wê baweriyê de ye ku banga Ocalan wan li xwe nagire û tenê arasteyî PKKyê hatiye kirin lê Tirkiye dixwaze ku YPG jî beşek ji wê pêvajoya xwefesixkirin û çekdanînê be.

Sirri Sureyya Onder di hevpeyvîna xwe ya dawî de bi kanaleke Tirkiyeyê re, amaje bi wê yekê kir ku ew peyam ji bo hemû aliyên di bin sîwana KCKyê de ye. Eger pêwîst jî be, şandeya Îmraliyê dê here Rojava. Sûriye ji bo PKKyê girîng e. Ocalan çend mehan beriya derbeya 1980yî ji Tirkiyeyê derket, Sûriyeyê heta sala 1998an ew hewand.

Mal û baregeha Ocalan ji bo çend salan li Sûriyeyê bû. Kampên Newala Beqayê li Sûriyeyê pêgeha girîng a rahênan û meşqa leşkerî ya çekdarên PKKyê bûn. Piraniya çekên PKKyê bi rêya bendera Laziqiyê ya Sûriyeyê ji welatan û ji bazara reş digihîştin destê PKKyê.

Cemîl Bayik ku Hevserokê KCKyê ye di hevpeyvîneke xwe ya di 2yê Sibata 2014an de bi rojnameya Vatanê re, amaje bi wê yekê dike ku Sûriye di Rojhilata Navîn de girîng e û yê ku li Sûriyeyê çalak be, tê wê maneyê ku li Rojhilata Navîn çalak û xwedî pêgeh e.

Wê demê Tirkiye di nîveka pêvajoya çareseriyê de bû. Bayik di wê hevpeyvînê de balê dibe ser wê yekê ku eger PKKyî çekan deyne jî dixwazin pêkhateya YPGyê li Rojava berdewam bikin û li ser vê çendê bi Enqereyê re jî dan û standinê bikin. Vêga jî bi heman şêweyê heman pirs tê kirin, gelo YPG jî dê nola PKKyê çekan deyne? Dibe ku YPG çekan nedeyne lê di çarçoveya mekanîzma çareseriyê ku li Sûriyeyê tê amadekirin, çarenivîsa YPGyê wekî PKKyê dê ne tesfiyekirin an çekdanîn be.

Bersivek ji bo xwediyên qurbaniyên wî şerê xwînawî

Şerê 40 salî yê PKK û Tirkiyeyê zêdetir ji 55 hezar lawên wî welatî kirine qurbanî. Hejmar li Tirkiyeyê cuda ne lê hejmara fermî li Tirkiyeyê tabloyeke xwînawî ya wî şerî nîşanî me dide. Ji 15ê Tebaxa 1984an heta 15ê Tebaxa 2024an li Tirkiyeyê 14902 kesan di encama şer de jiyana xwe ji dest daye.

Ji wan 6387 leşker, 1512 nobedarên gundan, 587 polîs, 6416 sivîl in. Ji bilî vê jî 21667 birîndarên wî şerî hene. Ji wan 16140 leşker in, 2301 nobedarên gundan in, 2626 polîs û 600 sivîl in. Li hember vê yekê, Tirkiye di daneyên xwe de amaje bi wê yekê dike ku zêdetirî 45000 endamên PKKyê “ji çalakiyê xistine.”

Niha yek ji pirsên herî girîng li cem siyasetmedarên Tirkiyeyê ew e ka çawa pêvajoya aştiyê bersiva xwediyên qurbaniyên wî şerî bide. Xwediyên qurbaniyên wî şerî li Tirkiyeyê mafê wan heye gava dipirsin we zarokên me kirin qurbanî, niha hûn çawa Ocalan dikin kevoka aştiyê û PKK wisa bi hêsanî jê derbas be?

Kurd jî li Tirkiyeyê xwedî maf in gava dipirsin, ew 45000 qurbaniyên ku di encama siyasetên hişk ên Tirkiyeyê de bi daxwaza xwe yan bi darê zorê çûn kêleka PKKyê û jiyana xwe ji dest dan, kî dê berdêla wan qurbaniyan bide?

Dibe ku bersiva vê pirsê yek ji karên herî zehmet ên wê pêvajoyê be ku ji bo raya giştî ya civaka Tirkiyeyê were behskirin lê di dawiyê de aştî tekane rê ye ji bo rêgirtina li pêşiya qurbaniyên zêdetir û qet nebe şênberkiriya paşerojeke baştir ji bo nifşê nû.

Ji bo piştgirîkirina vê pêvajoya aştiyê pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya civakî heye. Bidestxistina wê aştiya civakî demeke pir dirêj dixwaze û dê ne wisa hêsan be lê gavek ji bo destpêkeke zûtir ji paşxistinê çêtir e.

Dawiyeke layiq: Ocalan, Erdogan û Bahçelî

Temenê Ocalan 75-76 sal e, temenê Dewlet Bahçelî (Serokê Partiya Tevgera Neteweperest - MHP) 77 sal e, temenê Recep Tayyîp Erdogan (Serokkomarê Tirkiyeyê) 71 sal e. Temen bi destê Xwedê ye lê dibe ku rewşa tenduristiyê ya her sêyan jî li pêşiya berdewamkirina xebata siyasî bibe kelem.

Heta sala 1999an tenê pirsgirêka Ocalan a sînuzîtê (kulbûna kunên bêvilê) hebû. Ji dema ku li girtîgeha Îmraliyê ye çend nexweşiyên din jî lê peyda bûne, di nav wan de rebo (tengenefesî). Bi sedema rewşa avhewaya Deryaya Marmareyê ji ber zêdebûna şiliyê, niştecihên giravên wê deryayê rastî kulbûna pişikan, nefestengî û hin nexweşiyên taybet ên koendamên bêhnkişandinê hatine.

Erdogan ji sala 2007an ve ji ber nexweşiya penceşêra qolonê dinale. Piştî neştergeriyeke 7ê Sibata 2012an rewşa wî baştir e lê zûzûka ji ber kulbûna gede û roviyên wî, programa rojane ya Erdogan rastî guherînan tê.

Vêga rewşa tenduristiyê ya Bahçelî ne baş e û di bin çavdêriya hûr a doktoran de ye. Rapora bijîşkên Bahçelî amaje bi wê yekê dike ku dibe ku heta sê mehên din Bahçelî nikaribe beşdarî kar û çalakiyên siyasî bibe lê di wê demê de ji odeya nexweşxaneyê bi rêya telefonê çavdêriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dike.

Her sê kesên navgotî dizanin ku di dawiya têkoşîna siyasî de ne. Her yek ji wan bi awayekî navê wî di dema borî de eybdar bûye. Dibe ku ev pêvajoya aştiyê ya niha ku li ser destê her sê zilaman bi rê ve diçe, derfeta dawî be ji bo wan ji bo tomarkirina dîrokekê û dawiyeke layiq. Dawiyeke ku Bahçelî destpêşxeriya wê kir, Erdogan piştgiriya wê kir û Ocalan jî ew sergihayî kir.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst