Samî Çomak û Zimanê Nivîsê

09-03-2025
Newaf Mîro
Nîşan Kurdî Zimanê Nivîsê
A+ A-

"Pir kes li ser rêya ku hilbijartine serhişk in, hindik li ser armancê."

Friedrich Nietzsche

Beriya çend rojan gengeşeyeke mezin li ser Xê bi taybetî dest pê kiribû, piştî hevpeyvîna Nivîskar Îlhan Samî Çomak. Tê de dibêje: Ez bi darê zorê fêrî Tirkî bûme, piştî ku min ew çend bedel daye, ez ne di wê nêrînê de me, dest ji zimanê Tirkî berdim. Kêfa min tê gava ez bi Tirkî dinivisîm. Gava ez bi Kurdî jî dinivîsim wisa.

Divê ez vêya pêşî bêjim, kî bi çi zimanî dinivisîne, ew mafê wan yê takekesî û bijartina ziman û hizrî ye. Ez heta dawî rêzê ji nêrîn û helwestên wan kesan re digirim. Yê hêja Çomak jiyaye û kiriye ne hindik e. Salên girtî û berdela dayî helbet meriv nikare rewşa xwe bi ya wî re bipîve. Lê divê bête gotin, rewşa yên girtî jî bi ya yên weke me re nikare bête pîvan, ya em dikin hilbijartin e.

Yên li derveyî welêt ger bixwazin herî kêm dikarin bi zimanekî din binivisînin û bihûnin. Ew rewşa ew û yan yên li derveyî welêt tê de tişteke û nivîsandin tiştekî din e. Nivîsandina Kurdî bi xwe siyaset e û ji siyasetê jî mezintir e. Ziman nemîne em jî namînin. Kurd bi çi zimanî binivîsin in, xisareke weke ya zimanê dewletê li ser wan ferz kiriye nade. Yê din ne zimanê ferzê ne. Meriv bi çi zimanî binivîse, berhem ya wî zimanî ye. Nasnameya nivîsê, nivîskar û berhemê ziman e.  Tevî em bi xwe hîn bê nasname ne, nasnameya xwe ya rewa jî naparêzin.

Wêjevan mêşhingiv e, ji baxçê bindesta hinguv dibe ku? Yan gulên êşê û ezêb di baxçeyên kê de diçîne?

Mirovên bi hişmendiya xwe bi nexweşiya kolonyalîzmê ketibin, nikarin bibin xwedî nêrînên antî-kolonyalîst û derûniya antî-kolonyal, ew dikarin bi hewldanên xwe jî wê pergala koledariyê berbelav bikin. Bi zanîn yan jî bi nezanî lê encam girîng in.

Mexdûr jî parçeyek ji yê heman çerxê ne.

Nexweş û nexweşî tiştek e lê hekîmtî û pisporî tiştekî din e. Nabe nexweş bixwe bibe doktor û hekîm. Yan ew êdî nexweşiya xwe, weke rengekî jiyanê û pergala hebûna xwe bibîne. Rast e yê doktor jî dike faktor û aktor dîsa ew "nexweşî" ye lê ger ew nexweşî sedema hemû aloziyan be û ya "mayînê" be?

Friedrich Nietzsche dibêje, “Tiştê nikaribe me bikuje, me xurt dike.”

Ne êrîşên derve, nexweşî û nakokiyên di hundirê mejiyê me de, kuştin û tunebûna me bi xwe re tînin.

Ji bo pergalê tebakî pergalê li ser piya bihêle tim pêwîst e. Ger dijminekî ji kartona be jî. Yan tiştekî xeyalî be. Çenku bingeh û çîroka kolonyalîzmê û serweriyê bi xwe xeyal e. Tiştê neyê îsbatkirin derew e lê gelek nêrîn û çîrokên ku dunya û axreta mirovan radipêçin hene. Ji bo tirsê û tevahiyê tirs û tebayekî xeyalî, yan hêzeke gefê û metirsiya pêwîst e. Ji bo ew çîrok û cinê xeter dîsa dubendî pêwîs in. Yê dibêjin heye, yê dibêm tune ye lê ew hev temam dikin, weke tîmên gogê. Çawa bi yek tîmê lîg û maç jî çênabe. Ew heman babet pêwîst in, ji bo pergalekê jî dubendî û sêbendî nebe nabe.

Ger derewek di nava du, sê nifşan re derbas bibe, ew derew ji bo wê civakê dibe rastî. Kesek nikare ji bavê xwe yan ji diya xwe re bêje tu derewan dikî. Herî kêm ger ew desthilatdar bin. Desthilatdari jî weke bavîtiyê ye. Bav were xezebê karê ewlêd zehmet e. Îcar ew zarok yê bavê mirî be, yan dê rewş cuda dibe. Yê jina yekem be, yan ya duyem be dîsa cuda ye. Yên metingeh tim yê gunehkar in. Bi lêdana wan û yên mayî terbiye dikin. Bi "berîtî" û nezaniya wan û yê din "medenî" dikin.

Ew zaroka bi lêdanê, biçûkxistinê, kêm û bêkêr dîtinê mezin dibe êdî dibe evîndarê "beg û efendiyên" xwe. Ji bo xwe di rêza wan de bibîne, ji wan bêhtir narsîst û xwehez e. Şovmenekî hoste ye. Ji zilmê fêrî zilmkirinê bûye. Ji yê pêşiya xwe bêhtir esrar û razên her du aliyan dizane. Yê bindesta noq dike ew cûre mirov in. Hem ji bindestan e, hem jî li dijî bindestan e. Hem mexdûr e, hem xwûnxwer e. Hem zana ye, hem jî hov e. Ango ji zilmê fêrî zilmê bûye û bi xwe jî bûye parçeyek ji zilmê lê bi navê mexdûran jî.

Îca wêjeya zilmê jî bi demê re diafire, çawa siyasetmedar, çekdar, sermayedar, hunermend, oldar û zanyar hene, wêjevan jî diafirin. Ew ji kaniya bindestan avê vedixwin û gulên xwînî û ezêb di baxçeyên wêjeya serdestan diçînin.

Helbet sedemên wê hene. Yek jê ew ziman, xwendin, pergala mejî û ponijîn, avjeniya di ziman de ye û ya girîng jî piyase ye. Piyase û bazara zimanê me lawaz e mixabin. Ya din jî zimanê xwêner û xwînerên çi zimanî? Ger Kurd tenê bi Tirkî bixwînin, pêwîstî bi nivîsandina Kurdî jî nîne. Hingê meriv dikare bêje Yaşar Kemal nivîskarê Kurd ê herî mezin e lê kesek nikare berhemên wî weke yên Kurdan û Kurdî qebûl bike û binase.

Lê em nikarin bêjin, Yaşar Kemal ne Kurd bû lê nivîskarê zimanê Tirkî bû. Ger em Yaşar Kemal weke nivîskarê Kurd yê herî navdar qebûl bikin, hingê hêja Samî Çomak karekî baş dike û kiriye. Ew tiştê ku Kurd û Tirk jî dixwazin dike. Belkî ji gelekên bi Tirkî dinivisînin çêtir dihûne. Belkî ji Kurdnûsekî çêtir, tîne zimên û diafirîne. Di vir de ne gunehê rêzdar Çomak e, yê sûk, xwêner, pergalê û bazarê ye.

Gelek Kurdên me û saziyên me hene, ger nivîskar bi zimanekî din binivîsîne, yan bi zimanê ferzê binivîsînin nûka ji bo wan dibe "nivîskar" û pesnan didin. Ev tê wê wateyê, me bawerî bi xwe û zimanê xwe jî nîne. Ji bo meriv bibe meriv di qadên jiyanê de, pêwîstî bi baweriya xwebixwe heye. Ya herî balkêş jî ew e ku yên wan berhemên bi Tirkî, yên çi kesên Kurd, yan Tirk dinivîsinin, dîsa Kurd in. Weke stranên me, yên ku wergerandine û navê wan kirine, “Turk Halk Muzîgî” (Muzîka Gelêrî ya Tirkan). Me guhdarî dikirin û ew kes bi nav û deng dibûn. Ew kes mînakeke qert û qebe bûn, di nav qada hunera Tirkan de. Tirkan jî “Hafîf Bati Muzîgî” (Muzîka Sivik a Rojava) guhdarî dikirin.

Lê ew Turkuyên wergerandî dîsa me xwe lê dikirin xwedî. Rast e awaz û gewrî jî heta radeyekê yê me bûn lê ew Turk Halk Muzîgî bûn. Ehmed Kaya yê bi sedan stran ji bo Tirkan afirandin, xwest straneke Kurdî bêje me dît çi anîn serê wî. Antî kolonyalîzm bi ziman dest pê dike, ka çend rewşenbîr û wêjevanên ne Kurd, bi Kurdî berhem afirandine? Mebest ne werger e. Berhem berê bi çi zimanî derkeve mal û gencîneya wî zimanî ye, nîjada nivîskar ne girîng e.

Ji ber ku nivîskar qadekê û peyasakê peyda bikin, alî û alîkariya aliyên siyasî û hêzên siyasî jî dikin. Çima? Ma nivîskarî têrê nake? Helbet dike. Ew nivîskar pêdivî dikekê û gel jî heye. Helbet dezgehên rewşenbîrî pir kêm in an lawaz in an dengê çek û hêza siyasî dikeve pêş hemû dengên cûda. Li cem me. Kî dimîne, yan ew tevger yan ev tevger. Mebest tevgerên siyasî. Mixabin siyaseta me jî ji kirasên kolonyalîstan li me kiriye derneketiye. Mînaka çep, rast, oldar û şoreşgerên kolonyalîsta ne.

Ger ziman nebe, wêje û hunera bi zimanê metîngeha nebe ruh û hizrên dijmetînger jî nabin. Ziman mirovan û sekna mirovan jî çêdike. Ne nivîskar bi zimanê xwe hizr û qehremana çêdike, ziman nivîskar jî çêdike û diafirîne. Meriv dibe parçeyek ji zimanê xwe. Ziman ne tenê kiras e, rihe, vîne, dunya û axrete jî.

Fermiyeta nivîskaran zimanê derbirînê ye. Helbet ji bo meriv berhemekê biafirîne, divê bi wî zimanî biponije û avjeniya zimên bike, di aso û ezmanê wî zimanî de diherike. Nabe meriv bi zimanekî din bihizre û bi yekî din binivîsîne. Ew dibe werger. Gelek caran meriv gava berhemeke bi Kurdî dixwîne lê hay dibe ku bîna Erebî, Tirkî yan zimanekî din jê tê. Çenku ew tê wê wateyê ew nûser bi zimanekî din diponijje.

Ger stûna hişmendiyê, yan çerxa hizrî bi zimanê dayikê negere wergerandin bivênevê ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst