Rêkeftina 8 xalî ya HSD û Sûriyeyê werçerixîneke dîrokî û girîng e di Sûriyeya nû de. Bê guman bi awayekî girîmankî, destkeftên ku dibe ku Kurd bi saya vê rêkeftinê bi dest bixin, kêmtir bin ji wan derfetên ji sala 2011an ve dikarîbûn pêk werin lê di rewşa heyî de, wekî lîstikeke serkeftinê ye, ji ber ku cara yekem e desthilateke Sûriyeyî di dîroka nêzîk de, li nasname, beşdariya siyasî û leşkerî ya kurdan mikur tê.
Ji Colanî re jî rêkeftin serkeftin e, ji ber ku êdî bi xeyaleke rehettir dikare rûbirûyî astengiyên din ên pêşiya xwe bibe, bêyî ku em behsa wê lihevkirina li ser serweriya Sûriyeyê di nav movikên sereke yên deverên di bin desthilata HSDyê de bikin ku berê îhtimala derketina şer li ser wan hebû.
Bi îhtimaleke zêde, piştî bûyerên çend rojên borî yên deverên peravê yên Sûriyeyê ku bi sedan kes hatin kuştin, her wiha egera xurtbûna komên Îslamî yên tundrev, piraniya welatan naxwazin desthilata Sûriyeya Ehmed Şer navendî be. Di heman demê de, ji bo Mezlûm Ebdî jî, piştî banga Ocalan, rewşa guherî ya Sûriyeyê, zexta Amerîkayê û hevpeymaniya navneteweyî, rêkeftin baştirîn vebijark e.
Xalên yekem û heftemîn ên peymanê mijarên giştî ne û dibe ku hevokên wisa di piraniya rêkeftinên hevşêwe de bên dîtin. Di xala duyem de, behskirina kurdan wekî civakeke resen di dewleta Sûriyeyê de, du werçerixînên girîng tê de hene: Ya yekem, berevajî reftara rejîma berê ku beşeke mezin a Kurdan wekî koçer didît û tewra nasnameya welatîbûnê jî nedida wan, li vir wek xelkê resen behsa wan hatiye kirin ku divê mafê wan ê welatîbûnê hebe.
Ev bêyî ku em behsa wê yekê bikin ku wekî civakekê hatine naskirin ku dikare bibe bingehek ji bo gotûbêjên paşerojê yên li ser mafên giştî yên Kurdan, ji bilî wî mafê ku wekî tak-welatî heye. Ya duyem jî ew e ku di heman madeyê de û di tevahiya naveroka rêkeftinê de ku hatiye nivîsandin, bêyî destxeta Colanî, tenê bêjeya "dewleta Sûriyeyê" hatiye bikaranîn, ne "Komara Erebî ya Sûriyeyê"!
Her çend Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ku pêwîstiya wan bi hiştin û mayîna çekdaran ji bo şerê dijî terorê heye, wekî endazyarên rêkeftinê diyar dibin lê xalên sêyem û pêncem ên rêkeftinê nîşan didin ku Tirkiye jî aliyekî vî karî bûye. Ji ber ku Colanî bi xwe baş dizane ku bê razîbûna Tirkiyeyê, zehmet e karibe soza rawestandina şerên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bide ku ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve di navbera HSD û komên alîgirên Tirkiyeyê de berdewam dikin.
Ev bêyî ku em behsa vegerandina koçberan ji bo cihên wekî Efrîn û Serê Kaniyê bikin ku Tirkiyeyê ji salên 2018 û 2019an ve girtine ku dîsa pêwîstiya wan bi razîbûna Enqereyê heye. Li gorî agahiyên nefermî yên berdest, beşek ji wan dan û standinan jî rasterast di navbera HSD û Tirkiyeyê de hatine kirin, her çend alî vê yekê red bikin.
Li gorî rêkeftinê tê çaverêkirin ku di nava mehekê de, bi hezaran Kurd vegerin cihên xwe. Her çiqasî ne diyar e bicihanîna vê yekê çi qasî hêsan dibe, ev jî di demekê de ku raporên zêde li ser binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê hin komên wekî Hemzat û Emşatê ve hatine belavkirin û ne diyar e ku di dema vegera xelkê koçber de, gelo her ew cure kom di asta herêmî de dê serwer bin an hêzeke nû dê were bicihkirin.
Yek ji girîngtirîn xalên rêkeftinê, madeya 4em a naverokê ye ku qala têkelkirina dezgehên sivîl û leşkerî yên bakurrojhilatê Sûriyeyê di nav rêveberiya dewletê de dike. Ev ji qalkirina nehiştina cuda ye û behsa têkelkirina dezgehan dike, lewra bi wê wateyê tê ku HSD û Rêveberiya Xweser dê bimînin lê bi sedema ku dikevin bin bandora rêveberiya dewletê, desthilatên wan dê kêmtir bibin.
Ji xwe eger peyman li ser kontrola temam a dewletê û nehiştina Rêveberiya Xweser bûya, bi diyarkirî behsa deriyên sînorî, balafirgeh û bîrên gaz û petrolê nedikir. Derbarê HSDyê, wisa diyar e ku navê wê dê biguhere ji bo firqeyekê yan zêdetir ji firqeyekê di artêşa Sûriyeyê de wekî ku ji bo komên din jî hatiye kirin û êdî ne ecêb e ku hinek ji fermandarên HSDyê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de postan wergirin. Di nav wan de jî behsa cîgirê wezîrê parastinê heye, her çend heya niha tiştekî fermî li ser vê mijarê nehatiye ragihandin jî.
Dibe ku xala şeşem motîvasyona sereke ya Şer be ji bo lezandina wê rêkeftinê ku ji Kanûna Pêşîn a sala borî ve bi navbeynkariya Amerîka, Fransa û Hevpeymaniya Navneteweyî, her wiha bi piştgiriya Herêma Kurdistanê bingeha wê hatiye amadekirin.
Bûyerên çend rojên borî yên deverên peravê yên Sûriyeyê ji aliyekî ve, tevahiya wê çîrokê xist jêr pirsiyarê ku civaka navneteweyî dixwaze derbarê werçerixîna komeke cîhadî ya kevn a wekî HTŞyê baweriyê pê bîne.
Kuştina zêdetirî hezar kesî careke din tirsa radîkalbûna dewleta nû ya Sûriyeyê zindî kir û Şer dixwaze bi vê rêkeftina bi HSDyê re, wê peyamê bide ku ew xwediyê şiyana pejirandin û rêkeftinê ye. Ev ji bo Colanî ku pêwîstiya wî bi mikurhatina navneteweyî, rakirina cezayan û ji 250 heta 400 milyar dolarî heye da ku Sûriyeyê pê ava bike, mijareke stratejîk e.
Ev bêyî ku em behsa tirsa guherîna nerazîbûna Elewiyan ji bo serhildaneke dirêjdem a navxweyî ya din bikin ku ji bo Serokkomarê Sûriyeyê wekî kabûsekê ye ku dikare xewa wî lê biherimîne. Ew jî di demekê de ku radeya serweriya desthilata wî li ser komên çekdar ên Sunî yên hevpeymanên wî, mijarek e ku gelek gotûbêjan hildigire.
Xala heştemîn a rêkeftinê kakilê mijarê ye. Ew jî karkirin e ji bo ku heta dawiya îsal, ev rêkeftin bê bicihanîn. Bê guman li vir li Rojhilata Navîn, mijara peymana li ser kaxezê tiştek e û çawaniya bicihanîna wê bi kiryar tiştekî din e!
Bi îhtîmaleke mezin di heyama zêdetirî 8 mehên bê de, ne tenê her du alî lê çendîn aktorên din ên herêmî û navneteweyî dê destê hev badin da ku rêkeftin li gorî daxwaza wan were bicihanîn. Dawiya dawî radeya hêza aliyan li ser erdê û hevsengiya navneteweyî dê diyar bikin ka çarenivîsa vê peymanê dê çawa be!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse