Ji krîzê ber bi derfetê ve

02-05-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Pirsgirêk Çareserî
A+ A-

Cewad Qadir

Girîng e ku Herêma Kurdistanê bi saziyên xwe yên fermî û aliyên xwe yên siyasî ve dev ji têgihîştina vê carê ya li gel Bexdayê bernede û di bicihanîna wê de alîkariya Hikûmeta Federal a Îraqê û aliyên siyasî yên Îraqê bike.

Xala xurt a vê têgihiştinê ew e ku Bexda jî wekî Hewlêrê mifayê jê werdigire û di berjewendiya xwe de dibîne ku were bicihanîn.

Ev têgihiştin berhema ked û şehrezatiyeke mezin a serokatiya Herêma Kurdistanê ye û bi rastî Serok Nêçîrvan Barzanî rêyeke dirêj û dijwar derbas kir heta ku ev bawerî li nik serkirdeyan çêkir ku berjewendiyên rasterast ên Bexda û Hewlêrê girêdayî hev in.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dîtin û afirandina berjewendiyên hevbeş di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de û bi vegerandina baweriya dualî, di dawiyê de karîbû qeyranan veguhere derfeteke wiha ku sûdeke hevpar bigihîne Îraq û Kurdistanê.

Ev yek di daxuyaniyên serkirdeyên Îraqê yên sê rojên derbasbûyî de derket holê ku bi geşbînî û hêvîdarî dabaşa serdana Serokê Herêma Kurdistanê û hevtêgihîştina di navbera her du aliyan de kir.

Di koka xwe de, lihevkirin li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû û arîşeya mûçeyên Herêma Kurdistanê bi xurtî çareser kir, her wisa deriyê têgihiştineke berfirehtir li ber pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê, enerjî û petrolê û pirsên ewlehiyê jî vekir.

Ev têgihiştin hevdem e li gel rêkeftina stratejîk a di navbera Îraq û Amerîkayê de û dê bibe alîkar ku ew peymana dorfireh, pirreng û navdewletî ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de, beşeke wê ya sereke ye, bi ser bikeve.

Loma têgihiştina vê xetrê ya Bexdayê bi awayekî xurt ji hêla hundirê Îraqê û Rojavayê ve jî tê piştgirîkirin û berdewamiya wê misoger e.

Wekî ku dixuye, rêkeftin encama hevkêşeyeke eyan e: Bêyî piştevanî û hêsankariya Îraqê, dê zehmet be ku Herêma Kurdistanê karibe geşepêdana xwe ya aborî ji nû ve bide destpêkirin. Ev mijar ne tenê pirsa hinartina petrolê û çalakkirina pîşesaziya enerjiyê li xwe digire, li şûnê, hema hema hemû kertên ku aboriya westiyayî ya Herêma Kurdistanê li xwe digire ku ji bo careke din rabe ser xwe hewcedarî wan e.

Aliyê din ê hevkêşeyê jî ew e ku pêwîstiya Îraqê bi Herêma Kurdistanê heye ji bo ku ewlehî, aramî û serweriya xwe misoger bike ku dê encama rasterast a berdewamiya geşepêdana aborî li Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de be.

Bi gotineke din, ewlekariya hevbeş a Îraq û Kurdistanê li beramberî bexteweriya hevbeş a her du aliyan, bingeha wê rêkeftinê ye ku di çend salên borî de Serokê Herêma Kurdistanê wekî derfetekê ji bo her du aliyan, bi berdewamî li ser kar kiriye.

Di rastiyê de, ev têgihîştin û têgihîştinên berê jî dikarin Îraq û Herêma Kurdistanê ber bi rêkeftineke stratejîk a mezintir ve bibin ku tê de divê Herêma Kurdistanê berjewendiyên Îraqê û yekparçeyiya dewleta wê biparêze û divê Îraq jî bergiriyê li berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ku di destûrê de hatine bicihkirin, bike.

Loma Serok Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî Bexdayê nola kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê dide nasîn. Di heman demê de, rêkeftina vê carê ya Bexdayê nîşan da ku serkirdeyên Îraqê her diçe bêtir ji van rewş û îmkanên nû haydar dibin û amadeyiya xwe ya zêdetir ji bo rêkeftineke stratejîk a mezintir li gel Herêma Kurdistanê nîşan didin.

Ji bo civaka siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî peyama Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere bû: Gelo Herêma Kurdistanê ji Bexdayê derkeve û bandor û hevkariya wê di biryarên wê de nemîne û beşdariyê neke yan jî ji Bexdayê dernekeve û bibe beşek ji biryaran? Girewa Serokê Herêma Kurdistanê li ser a duyem bû û vêga derketiye holê ku dûrbînî di vê girewê de hebû.

Di heyama çend salên borî de, di her helkeftê de ku jê re peyda bûbe, Serokê Herêma Kurdistanê derfet bi kar aniye da ku bîne bîra desthilatdaran ku ne li Bexdayê û ne jî li Kurdistanê ti hêz bi tena serê xwe û bêyî lihevkirin nikare welat bi rê ve bibe.

Lewra jî Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê, li welatên herêmê û li Rojavayê jî wer bi hembêzeke vekirî tê pêşwazîkirin, ji ber ku baweriya wî bi serweriya yek pêkhate, yek partî, yek ol, yek ziman, yek çand û yek nêrînê li ser yên din nayê.

Ji bo Serokê Herêma Kurdistanê, ev helwest ji dirûşmên siyasî derketiye û bûye kirdareke domdar, hewldaneke bênavber û bawermendiyeke polayî.

Lap ev baweriya neguherbar e ku wer kiriye serkirdeyên siyasî li Îraq û Kurdistanê bi danûstandina bi wî re dilhêsa û rehet bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst