Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî li Bexdayê bi Balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel re civiya. 

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku her du aliyan tekez kir ku danûstendin û pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê erenî ne û divê pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.

Herwiha pêwendiyên Fransayê li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û civînên li gel berpirsên Îraqê jî di civînê de hatin behskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst