Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî: Her du alî ji bo çareseriya pirsgirêkan hevnêrîn in

06-04-2024
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bicihkirina bernameya hikûmeta Îraqê gotûbêj kir.

Di civînê de her du aliyan tekez kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ew hevnêrîn in.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî  daxuyaniyê di civînê de nêrînên hevbeş li ser hemû mijarên niştimanî û bicihkirina rojeva Hikûmeta Federal a Îraqê hatin pêşkêşkirin.

Her du aliyan tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Federalî ya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û bicihkirina daxwazên welatiyan li tevahiya Îraqê û di nava wan de jî Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha hat ragihandin ku her du alî li ser pêwîstiya piştgîriya sazî û dezgehên Federalî yên Herêma Kurdistanê hem nêrîn bûn.

Di civînê de tekezî li ser piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Îraqê di pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Federal a Îraqê de ji bo pêşvebirina geşepêdana li seranserî Îraqê ji bo derbaskirina pirsgirêkan jî hat kirin.

Li aliyê din Serokwezîriya Îraqê jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di civînê de behsa giringiya piştgîrîkirina tedbîrên çaksaziyê yên hikûmetê ji aliyê hemû hêzên siyasî yên niştimanî ji bo yekxistina armancên hikûmetê û berdewamiya bihêztirkirina geşepêdanê hat kirin.”

Herwiha derbaskirin û çareserkirina hemû pirsgirêkên îdarî û bicihkirinê yên ku rê li ber baştirkirina xizmetguzariya jiyan û aborîyê digirin hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst