Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê bi rê ve çû.

Serokê Herêma Kurdistanê îro çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bû.

Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî ya Îraqê Dr. Elî Dîfa derbarê civîna îro ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji Rûdawê re got:

“Pirsgirêkên rêkeftinên siyasî, biryarên Dadgeha Federal a Îraqê, budceya sala 2024an serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Washingtonê û çend pirsên din dê di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de hatin gotûbêjkirin.” 

Herwiha serkirdeyê Dewleta Yasayê Arif Hemamî jî li ser civînê ji Rûdawê re got:

"Pirsa petrol û budceyê û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din di civînê de hatin gotûbêjkirin.”

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî pêk aniye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî yek ji beşdarên wê hevpeymaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst