Selahattîn Demîrtaş û xizmeta zimanê Tirkî

28-06-2024
Newaf Mîro
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Kurdî
A+ A-

Selahattîn Demîrtaş mirovekî henûn e, bi hişê xwe û babetê xwe yê bi mirovan re û her wisa bi sekna xwe mirovekî fedakar e.

Lê ev nayê wê wateyê her tiştê ew dike rast e û bêqisûr e. Weke Kurdekî û rêberê miletekî hemû nirxên wî di bin gefê de ne, rast û guncav in.

Ez nikarim kesên ku serkêşên miletekî wisa yê di vê rewşê de ye fêm bikim, tevî hemû nirxên rewa di bin gefê de ne, yê dewlet bi hemû hêz, dezgeh û saziyên xwe zimanê Tirkî li ser wan ferz dike û zimanê wan li sêdarê dide. Bi çapemeniyê û bi yasayên xwe sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Yekî weke Selahattîn Demîrtaş jî radibe di zîndana wan de pirtûka bi zimanê wan, yê bi darê zorê fêrî zarokên Kurdan dikin û wan dikin Tirk, ne tenê dikin Tirk, pê re jî dibin dijminê miletê xwe û nirxên xwe pûç û bêkêr dibînin.

Ji bo Kurdên bi mejî û têgeha Tirkî mezin bûne, bipêşketin û modernîte tenê bi Tirkî ye. Yên bi Tirkî jî nizanin feodal û lipaşmayî dibînin.

Her milet û ziman bi nirxên xwe yên gerdûnî û rewa bi pêş dikeve, ne bi zimanekî din. Hele hele ew ziman ê te tune bike, ev bixwe piştgiriye ji bo wê pergala kujer.

Kurd diçin û tên qala kesên li sêdarê ketine û hatine kuştin dikin lê zimanê wan her roj li sêdarê dikeve qet ne di bala wan de ye û ne xem e.

Ev heyraniya serkêş û tevgerên Kurdên bakur, ji kû tê û xizmetê ji kê re dike?

Helbet tenê xizmeta zimanê Tirkî û gencîneya hizr û rengên Tirkî dike.

Ev bi salan e, Kurdên bakur di wêjeyê de yên weke Yaşar Kemal û di stranbêjiyê de yên weke Tatlises, Ahmet Kaya, Ferhat Tunç û yên weke wan jî heman gunehî dikin.

Dewlet baş dizane çi dike, rehmetiyê Ahmet Kaya yek strana bi Kurdî got, tiştek nema neanîn serê wî. Heta bi kerb û qehirê çû.

Ka ji xwe re bihesibîn, pîrik û kalikê we yên yek peyvê bi Tirkî nizanin, tu radibî wan bi navê wêjeyê bi Tirkî didî xeberdan. Tu gotinên wan dikî Tirkî û malê wêje û peyva Tirkan.

Tiştê dewletê nekarî pêk bîne hûn bi destê xwe dikin. Eyb e, şerm e yan nebêjin em Kurd in, yan bi ziman û zaravayên xwe binivîsînin.

Helbet ên weke Selîm Berekat jî hene yên bi Erebî pesnê xwe didin û difirin lê bi zimanê xwe teyrê baskokirî ne. Her teyr bi per û baskê xwe difire. Her kes jî bi zimanê xwe difire. Ne bi zimanekî din. Yê bi zimanê xelkên din bifire dê her rojekê bikeve û bibe xwarina goştxweran.

Çima hûn ew qasî heyranê dijminê xwe ne? Ji ber ku hûn heyranên dagirkeran in, hûn ew qasî xerîb û heta bi radeyekê dijminê nirx û miletê xwe ne.

Baş e berê bi zimanê xwe binivîsin û paşê bikin bi zimanekî din. Bila nasnameya berhema we hebe, nasname zimanê yekem e.

Ez rewşa Selahedîn baş dizanim. Weke her kesî xebatên wî dişopînim lê kêfa min qet ji berhemên wî yên bi Tirkî re nayê û nakirim jî. Naxwazim Kurd jî bikirin. Madem Kurd e bila pêşî bi zaravayê xwe biweşîne û paşê bi Tirkî.

Ev çend romanên wî derketin bi zimanê Tirkî. Van rojan dê berhemeke wî ya hevpar bi kesekî din re derkeve. Min hêvî dikir ê duyemîn, ango hevnivîskar bi Kurdî beşdar bibe lê mixabin ne wisa derket, Selahattînê me berhemeke din li pirtûkxaneya Tirkî zêde kir. Çavê “me” ronî yan kor be?

Baş e ger rêberê miletekî bindest, heyranên çand û wêjeya metîngera bin, wê xelkê sivîl û asayî çi bike?

Pêşiyan gotiye: Xeta xwar ji gayê pîr e.

Bi salan e mejiyê vî miletî bi têgeh, çand û zimanê kolonyalîstan tê avdan û perçiqandin. Yan bi zimanê dîn an jî bi zimanê dewletê tê bişaftin.

Dewletê Kurd kirine xerîbê çand û zimanê xwe lê hûn çi dikin? Hûn jî bi siyaseta xwe, bi hunera xwe, bi wêjeya xwe, bi hişmendiya xwe ya bi Tirkî, avê dibin ser aşê bişaftinê.

Helbet ne ku ez kar, hizr û sekna Selahedîn kêm dibînim lê yê qedir nede ziman û çanda xwe di çavê min de biçûk dibe lê ev ne arîşeya min a takesî ye, ya niştimanî û etîkî ye.

Bi hêviya ku kesên weke Selahattîn Demîrtaş bi zarava û zimanê xwe binivîsin da ku zimanê me şax vede û geş bibe û ne bi zimanekî din.

Bi Kurdî bihizirin, bijîn, bixebitin, bifirin xewnên xwe bibînin û bimirin jî.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst