Serhildana TikTokvanan!

29-06-2024
Nîşan TikTok Snapchat Facebook Nûçe Medya Xwendin
A+ A-

Mehmûd Necmedîn 

Berê, dema dibêjim berê, qala dema pir kevn nakim, bîrgeha we venagerînim salên heftê û heştêyî yên sedsala borî; salên ku wêje, huner, ziman, Kurdîtî û Kurdbûn di gupîtka serketina xwe de bûn.

Ez dabaşa salên notî yên sedsala borî dikim. Serdema ku heger kesekî bixwesta şîroveyeke kirêt binivîse, berî wî diket cihekî tikîtenê ku ew jî dîwarên avdestxaneyên mizgeftan bû lê wî ev yek ne bi awayekî eşkere lê bi dizî ji mela û micêwirê mizgeftê dikir.

Lê vêga hejmareke mezin a mirovan bi nivîsandina şîroveyan dadikevin. Hin kes jî eşkere û li ber çavên hemû dinyayê şîroveyên wer dinivîsin ku însan fedî dike wan bixwîne! Mesele ji şîrove û komentan jî wêdetir çûye.

Piştî peydabûna Facebookê û paşê jî Snapchat û TikTokê… rewş hîn kambaxtir bû û fena darikê hewdelê lê hat! Di bin siya bazara reş a TikTokê de, aliyekî vî welatî bû qeşmer û hejmara temaşevanên wan behlûlkan jî darîçav e.

Tewra hin ji wan xêvikan bûn qehreman jî lê çi qehreman! Xwe mîna kesayetên girîng dibînin. Bi saya serê gelek ji van xûyên Kurdî yên kambax û hin saziyên medyayê kewê wan li dar ketiye, zora rewşenbîr û xwendewaran biriye û di beşeke din a lîstikê de dozîneyek gol li ser siyasetvanan jî tînin.

Ma hûn nabînin çawa bê xem xwe ji bo parlamentoyê amade kirine! Îcar ger wiha bidome, di demeke nêz de, artêşa TikTokvan û têjikên Snapê dê destên xwe deynin ser parlamento û wezaretan jî û tişta ku çendik û çend sal in xewna dijberan e û destê wan nagihîje wê, ew tenê bi ecibandin û şîroveyan dikin pê bigihîjin û avahiya parlamentoyê dagir bikin, çima na! Hêzeke mezin û qerase piştevaniya wan dike. Ma hûn dizanin ew hêz kî ye? Medya ye. Helbet ne hemû saziyên medyayê lê hin ji wan.

Xwedêyo, em di heyameke çawa de wer bûne! Piraniya saziyên medyayê yên Kurdî bi mîkrofonên xwe didin pey TikTokvanan da ku hevpeyvînan bi wan re saz bikin! Gotinên rewşenbîran ji bo medyayên bi vî rengî ne tenê ne girîng in, li şûnê, bi qirûşekî qul nayên kirîn çimkî ew bi xwe ne hezkerên hunerê ne û ne jî pirtûkan nas dikin. Yan ji ber bejn û bala xwe yan jî bi rêya gunikmezinekî ji xwe re cihek di malpera kanalekê de girtiye.

Ya ku îro li vî welatê me diqewime ji metirsiyê wêdetir çûye. Em di çalekê de wer bûne û haya me ji me nîne yan jî haya me ji me heye lê em xwe nebihîstî dikin û xwe dixapînin. Siberoj jî ne siberoja me lê ya wan e.

Ma hûn nabînin çawa kanalên mezin ên desthilatê ji bo xêvikkirina xelkê û windakirina dizî û miziya axayên wan mijûlî mezinkirina wê artêşa TikTokvanan in. Dawiya dawî ew artêş bi xwe dê serê sibehekê ji nişka ve serî hilde, êrişî avahiyên dewletê bike û bi derbeyeke nedîtî dest deyne ser desthilatê û wesselam!

Êdî kes guhdariya gotar motarên pûç û kelevajî yên şoreşvanên duh û serekên bazara reş a îro nake. Bi saya medyaya şîroveperest, êdî ti kes pirtûkan jî naxwîne. Belkî tenê nivîskarê pirtûkekê û edîtorê wê, wê pirtûkê bixwînin!

Êdî dinya dinyaya TikTokvanan e. Ber bi parlamento û wezaretan ve diçin û venagerin, mamosteyên dibistanan jî…ji Şerîfê Hisên Penayî re bibêjin li girtîgehê nehatiye girtin, li şûnê, wî xwe li malê girtiye û ji ber deynan rêya bazarê û seyrana deşt û çolê lê hatiye girtin.

Hey aferîn medyaya Kurdî ya durû ya modern, tu çi fen û fûtan dikî, li vir viran li wir derewan belav dikî! Xwedêgiravî dibêjin ku Al Jazeeraya Ereban û CNN toza li ser solên te paqij dikin!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst