Serokê Herêma Kurdistanê li Viyanaya paytexta dîplomasî û lihevkirinê!

03-07-2024
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Awisturya Ziyaret Polîtîka Aştî
A+ A-

Bi egereke mezin, di vê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Viyanayê de, çend mijar ji bo Awisturyayiyan girîng in. Yek ji wan jî tedbîrên nehiştina koça neyasayî ya Ewropayê ye ku sala borî wezîrê derve yê wî welatî anîbû Îraq û Herêma Kurdistanê.

Dibe ku çavê berpirsên Awisturyayê (Nemsa) li ser derfetên veberhênanê yên 10 kompanyayên di warên tenduristî, telekomunîkasyon û veguhastinê de be ku di îlona par de li Hewlêrê beşdarî forumeke aborî bûn.

Ev ji bilî wê yekê ku ji aliyê siyasî ve wekî ku Wezîrê Karên Derve yê wî welatî bi xwe jî gotiye, wan rûpeleke nû di pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re vekiriye. Baş e lê di vê têkiliyê de çi ji bo Herêma Kurdistanê girîng e?

Awisturya welatekî biçûk ê Ewropayê ye ku bi nifûsa xwe zêdeyî 9 milyon kesan e, di nava bêtirî 10 salên borî de, geşbûna GDPyê wê ji sedî 2yan zêdetir bû.

Cihê wê yê erdnîgarî li navenda Ewropayê ku xala girêdana rojhilat û rojava, bakur û başûrê wê parzemînê ye, wer kiriye ku arîşe û derfetên cihê cihê jê re peyda bibin.

Di mijara koçberiya neqanûnî de, Awisturya yek ji cihên navendî yên cîhanê ye. Ji ber ku di nîvekê de ye, ji bo ku penaber derbasî cihên xwe bibin, Awisturya xaleke girîng e.

Dibe ku Awisturyayî bixwazin bi rêya peywendiyên xwe yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê rêyeke derketinê yan çareyekê ji bo vê mijarê bibînin.

Ji aliyekî din ve, heman cihê erdnîgarî derfeteke bêhempa ji bo veguhastina asmanî û hêlên trenê jê re misoger kiriye. Balafirgeha Viyanayê yek ji hevrikên herî berbiçav ên balafirgehên wekî Frankfurta Almanya û Heathrowa Londonê ye ku salane bi hezaran geştyar ji wir diçin cihên ku berî didinê.

Ev ji bo Herêma Kurdistanê jî zafî girîng e, ji ber ku yek ji rêyên herî nêzîk girêdana wê bi cîhana derve re ye. Bê guman her du mijarên koçberan û geşedana aborî jî ji bo Herêma Kurdistanê girîng in lê vêga aliyê siyasî yê vê pêwendiyê girîngtir e.

Derfeta aborî ku erdnîgariya wê jê re peyda kiriye, her wiha qada wê ya biçûk û nifûsa wê ya hindik wer kiriye ku di siyaseta derve de jî berî bide dîplomasî û navbeynkariyê. Ev yek dikare niha û her wisa di siberojê de jî ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de jî zor girîng be.

Girîngiya jeopolîtîk a Awisturyayê nola welatekî biçûk lê di arîşeyên navdewletî de navbeynkar, ji Hewlêrê re zafî girîng e. Ev jî di demekê de ku cîhan li ser keviya aloziyeke mezintir e ji ber krîzên jeopolîtîk ên li Deryaya Çînê ya Başûr, Rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn.

Ev girîngî hê zêdetir dibe dema ku em bidawîhatina erkê UNAMIyê yê li Îraqê di demeke nêz de û daketina hêzên sereke yên Ewropa û Amerîkayê bi arîşe û mijarên xwe yên navxweyî bi Rûsya û Çînê re li ber çav bigirin ku gelek caran wekî palpiştên Herêma Kurdistanê xuya kirine.

Nemsayê ji sala 1955an ve pêgeha bêalîtiyê di siyaseta navdewletî de hilbijart û endametiya wê di Yekîtiya Ewropayê de û beşdarbûna wê di erka aştiyê ya NATOyê de, kelem li pêşiya lîstina vê rola wê çênekir.

Di serdema Şerê Sar de, çi di gotûbêjên di navbera Yekîtiya Sovyetê û Amerîkayê de, çi di şerê Ereban û Îsraîlê de, Viyana navnîşaneke girîng bû.

Her çiqasî seba piştevaniya wê ya vê dawiyê li dorpêçên Yekîtiya Ewropayê, aloziyeke bêtir ket têkiliyên Viyana û Moskowê lê ji bo cihekî mîna Rojhilata Navîn, Awisturya hîn jî navendeke girîng a dîplomasî û çareserkirina aloziyan e.

Bûyerên têkildarî aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi lez û bez geş dibin û ji her demê zêdetir îhtimala şerê cîhanê yê sêyem ketiye ser zarê siyasetmedarên cîhanê.

Îraq jî xwe hino hino ji bo qonaxa piştî Amerîkayê amade dike û ew qonax çi qasî jî zûtir bigihe, egerên zêdebûna aloziyên navxweyî jî zêdetir dibin.

Ha li vir, hebûna kanaleke dîplomatîk ku ji hêla gelek aliyan ve were qebûlkirin xwedî girîngiyeke herî mezin e.

Serokê Herêma Kurdistanê ku li vir, li Îraq û Herêma Kurdistanê rûyê xwe yê aştî û lihevkirinê bi cih kiriye, berê xwe daye welatên lihevhatinên herî girîng ên cîhanê û ev jî kilîleke girîng e di her qonaxeke aloz a hîpotetîk de ku ji bo Kurdistanê derkeve holê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Nûredînî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Dema nû ya hilbijartinên Kurdistanê

Heger destûra me ya Herêma Kurdistanê hebûya, em bê gav nediman hilbijartinê bi paş bixin û em rastî hevrikiyên piştşikên ên li ser sererastkirina qanûna hilbijartinan jî nedihatin