Metirsiyeke xofdar li ser Kerkûkê

26-06-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Kerkûk Kurd Partiyên Kurdan Erebkirin
A+ A-

Li destpêka vê meha sincirî, du mijarên pir girîng di hin medyayan de û bi awayekî berteng jî li ser hin torên civakî weşiyan.

Ger hêz û aliyên siyasî yên Kurdî û her wisa ger şêniyên Kurdistanê jî xem û guhdaneke wan a herî biçûk li ser Kerkûkê hebûya, divabû ew her du mijar bibûna zengilê metirsiyeke mezin û mijara herî girîng a medya û torên civakî û civat û civînên navendên siyasî û tewra bibûna xema her malbatekê jî.

Ji ber ku niha pirsa Kerkûkê nola berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî di rêzbenda armancên hêzên siyasî û navendên desthilatê de di rêza herî dawî de hatiye bicihkirin, her wiha çimkî ji bilî Kerkûkiyan, ji şêniyên bajar û bajarokên din ên Kurdistanê re jî ne zêde girîng e çi were serê Kerkûkê, loma wekî gelek mijarên din ên girîng ev her du mijar jî hatin paşguhxistin û bi dîrokê hatin spartin.

Du kesayetên siyasî yên Kurd ku her du jî Kerkûkî ne û berpirsiyariya wan jî nûnertîkirina Kerkûkê li Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye, bal kişand ser du metirsiyan. Her du kesayet Umêd Mihemed û Fehmî Burhan bûn. Umêd Mihemed li Parlamentoya Îraqê di lîsteya Nifşê Nû de nûnerê Kerkûkê ye.

Wekî parlamenter, Umêd Mihemed tomareke vîdeoyê weşand û mijareke metirsîdar azirand ku hin navendên Erebî seba guhertina demografiya Kerkûkê û di çarçoveya siyaseta nû ya Erebkirinê de, bi rêya alîkariyên diravî nav di Ereban didin ku herin Kerkûkê.

Plana wan jî ne tenê zêdekirina hejmar û rêjeya Ereban a li Kerkûkê, li şûnê, armanca wan ew e ku li pişt taxên Kurdan ên Kerkûkê, di navbera Hewlêr û Kerkûkê de û her wisa di navbera Silêmanî û Kerkûkê de kemereke bi Ereban dagirtî ava bikin û û wan ji bo vê armancê jî dest bi kirîna gelek erd û zeviyan kiriye.

Bê guman ev metirsî û gefeke mezin a li ser Kerkûkê ye lê ev ne tevahiya metirsiyê ye wekî ku Umêd Mihemed behs dikir. Metirsiya mezin ew e dema ku parlamenterê Kurd ê Nifşê Nû dibêje qaşo "Berpirsê yekem ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê li pişt wê yekê ye ku zeviyan difiroşin Erebên hawirde.”

Mijara duyem jî berî çend rojan, ji aliyê Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ve hat raberkirin.

Ev jî piştî wê yekê hat ku Fehmî Burhan li Kerkûkê seriyek da hêz û aliyên siyasî yên Kurdî. Navborî li baregeha YNKyê ya Kerkûkê ji medyayê re axivî û got: "Rêjeya hatina Erebên hawirde a taxên Kerkûkê bi awayekî ne çaverêkirî zêde bûye û gelek belge li ber destên me hene ku nasnameya bara şaristanî ya Kerkûkê bi Erebên hawirde tê dayîn."

Ger ev her du mijar ne di vê serdemê de bûna ku li ser asta elîtekê wekî serdema hîçî û pûçiyê tê binavkirin, divabû civaka Kurdî bicoşanda û kela wê rakira lê bendewariya wergirtina helwestekê li hemberî gelek bûyerên bi vî rengî bûye xewneke xweş.

Loma ez jî bê hêvî me ku kesek karibe li vê mijarê xwedî derkeve û lêpirsîn bê kirin an jî kesek di hana Kerkûkê here û çi kesê ku wekî tê gotin destê wî di wê xiyanetê de hebe ceza bike lê qet nebe hîn hêviyeke pir biçûk maye ku bi kêmanî hin kes ew qasî bi hawara Kerkûkê ve herin ku nehêlin ev gef û metirsî berdewam bikin û wan li cihekî rawestînin.

Berî her kesî jî divê Kurdên Kerkûkê bi xwe tevdîrekê ji rewşa xwe re bibînin. Berê, Kurdên Kerkûkê mînaka lehengî û gernasiyê bûn. Tewra di nav şoreş û Pêşmergayetiyê de jî, Pêşmergeyên herî canfida yên şoreşê lawên Kerkûkê bi xwe bûn. Niha partiyên Kurdî û desthilatdarên di partiyan de li Kerkûkê xelk pir qels û bêdesthilat kiriye.

Divê Kurdên Kerkûkê vê rastiyê fêm bikin ku bendewariya xilaskerekî ku ji derve were û wan xilas bike, dê bibe fena bendewariya Godot û rêya trênê ya Hewramanê! Tişta ku vêga li ser Kerkûkê tê gotin, dê bibe destpêka qonaxeke pir dijwartir ji bo paşeroja Kurdên Kerkûkê.

Divê nifşên paşerojê ji bo mayîna xwe li wî bajarî berdêlên girantir bidin, lewra ger ji heqê niha û siberoja xwe bêne der, ger ji zarokên xwe hez bikin û nexwazin bi êş, metirsî û bêtarên mezintir re rû bi rû bimînin, divê vêga ew bi xwe pêşî li van metirsiyan bigirin.

Rê û gava herî seretayî jî bi vê yekê dest pê dike ku Kurdên Kerkûkê li benda kesî nemînin û bi xwe li xwe xwedî derkevin!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst