Ji Demîrtaş pêşniyara pirtûkên Kurdî

31-08-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pirtûkên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Edirneyê di girtîgehê de ye pêşniyara pirtûkên Kurdî kir û got “Li gel van hemû derfetên bisînorkirî, her gava ez fersendê dibînim, ez hewl didim wan pirtûkên kurdî jî pêşnîyazî we bikim ku min di heqê wan da agahdarî bi dest xistine.”

Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşniyara pirtûkên Kurdî kir û di derbarê pirtûkên Kurdî de behsa zextên girtîgehê jî kir.

Di derbarê rewşa girtîgehê de Selahattîn Demîrtaş dibêje “Ji ber saxtikirin û lêpirsînan, hema hema ne mimkin bû ku pirtûkên kurdî bihatana girtîgehan.”

Demîrtaş gazinan ji weşanxaneyên Kurdî jî kir û got “Li gel vê yekê, di maweya pênc salên bihurî da, ji bilî weşanxaneya Aramê, min ji tu weşanxaneyeka kurdî ne peşnîyazeka pirtûkeka kurdî wergirt, ne agahdarîya pirtûkeka nû gihîşt min û ne jî silavek li min hat kirin.”

Di rojên derbas bûyî de Demîrtaş li ser Twitterê hinek pirtûkên bi zimanê Tirkî pêşniyar kiribû û ji ber vê yek jî rastî rastî rexneyan hatibû. Li ser vê yekê Demîrtaş wiha bersiv da “Helbet gazin û rexne li ser ser û çavan, lê ez dixwazim ku ev jî bên zanîn. Piranîya pirtûkên ku min pêşnîyaz kirine, min ji nava wan pirtûkan hilbijartine û xwendine ku nivîskar û weşanxaneyên wan ew bi awayekî nazîkî bi xwe ji min ra şandine.”

Demîrtaş got jî “Li gel van hemû derfetên bisînorkirî, her gava ez fersendê dibînim, ez hewl didim wan pirtûkên kurdî jî pêşnîyazî we bikim ku min di heqê wan da agahdarî bi dest xistine.”

Ji bo pêşniyarên weşanxaneyên Kurdî jî kêfxweşiya xwe wiha nî ziman: “Ez dê kêfxweş bibim ku weşanxaneyên kurdî agahdarîyên pirtûkên kurdî, qet nebe, bi rêya parêzerên min bigihînin min.”

Di berdewamiya tiwîtên xwe de pirtûkên Kurdî kir û got “Ez bi vê wesîleyê, pirtûkên Weşanxaneya Peywendê yên kurdî tewsîyeyî we dikim ku pêşnîyazî min bûne.

Ez her weha pirtûkeka nû jî tewsîyeyî we dikim ku navê wê Xemname ye û ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin.”

Rojnamevan Arif Zêrevan jî piştî pêşniyar û gazînên Demîrtaş pirtûka xwe ya bi navê “KURD Miletê Jixwe Mezintir” bi rêya xwîşka wî ya parêzer Aygul Demîrtaş wek diyarî bo wî şand.

Arif Zêrevan dibêje: “Gelek spas rêzdar Selahattin. Zimanê kurdî hêlîna hebûna me ye. Hêviya temenekê dirêj û siheteka baş dikim. Çiqasê zû ji wê êxsîriyê rizgar bibî dê hewqasê kêfxweştir bibim. Vê hefteyê kitêbeka min derdikeve û du nisxe ji xuşka we  @Aygul_Demirtas  xanimê re diçin. Yek bo te ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst