Şîna bavê Demîrtaş: Kê peyama sersaxiyê da û kê neda?

02-01-2024
Abdulselam Akinci
Teziya bavê Demîrtaş li Amedê bi rê ve diçe:
Teziya bavê Demîrtaş li Amedê bi rê ve diçe:
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Tahîr Demîrtaş Şîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Selahattîn Demîrtaş di duyemîn roja şîna bavê de bi rêya sîstema deng û reng (SEGBIS) ji girtîgeha Edirneyê beşdarî doza Kobaniyê bû.

Demîrtaş berî dest bi parastina xwe bike bi dengekî kelogirî got:

“Ez parastina xwe di kesayetiya bavê xwe Tahir Hostayê kedkar de pêşkêşî hemû bav û dayîkên kedkar dikim.”

Li aliyê din şîna bavê Demîrtaş Tahir Demîrtaş, li Mala Şînê ya Licê bi re ve diçe.

Demîrtaş bi armanca protestokirina girtina xwe û balkişandina ser rewşa siyasetmedarên Kurd ên girtî beşdarî şîna bavê xwe nebû.

Parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî, Mehmet Kamaç, Ferît Şenyaşar, Saruhan Oluç, Serhat Eren, Mehmut Dîndar û gelek siyasetmedar teziya bavê Demîrtaş qebûl dikin.

“Em li vir bi milyonan Selahattîn in”

Parlementerê DEM Partiyê Sirrî Sakik ji Rûdawê re got:

“Welahî mineta wê tune ku bi esker û bi polîsan were ser tabuta bavê xwe. (Demîrtaş) Got ez nayêm.

Îro li vir bi hezaran însan hatin teziyê. Gotin keke Tahir hem birayê me ye hem bavê me ye. Selahattîn ne bi tenê ye. Em li vir bi milyonan Selahattîn in.”

Serokê berê û yê niha yê CHP Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan, Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Seadetê û gelek siyasetmedaran bi rêya torên civakî peyamên xwe yên sersaxiyê ragihandin.

Li hemberî Îmamoglu bertek hene

Lê ji ber Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu peyama sersaxiyê ji malbata Demîrtaş re parve nekiriye, ew li torên civakî rastî bertekan hat.

Welatiyê ji Amedê Îda Dûrç got, “Şaredarê bajarê herî mezin yê Tirkiyeyê Îmamoglu ji alîyê olî ve divê sersaxî bixwesta.”

Welatî Fexredîn Dînç jî got, “Îmamoglu bi gelê Kurd bi ser ket. Daxwazî ew bû ku wî jî sersaxî ji vî welatî re, ji Amedê û ji malbatê re bişanda.”

Welatiyekî din jî got, “Sersaxî ji bo hemû kesan lazim e. Îro dora me sibê dora her kesî ye. Dixwazin em zêde vê nekin niqaş.”

Ji bo serxweşiya Tahir Demîrtaş ji bilî Amedê ji dehan bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk beşdarî serxweşiyê dibe.

Ji ber qelebalixa zêde ya li hundir hinek qefleyên diçin serxweşîyê jî li derê cihê şînê fatihayê dixwînin û vedigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst