Bavê Demîrtaş hat veşartin: Wî bi nameyê got 'Bavo heqê xwe helal bike'

31-12-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Tahir Demîrtaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bavê Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş li mala xwe ya li taxa şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di 78 saliya xwe de bi krîza dil canê xwe ji dest da.

Tahir Demîrtaş demjimêr 10ê sibeha roja dawî ya 2023yan de li mala xwe koça dawî kir.

Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Edîrneyê ragihand ku dê ji bo merasima binaxkirna bavê xwe destûrê ji dewletê nexwaze û dê beşdarî merasîme nebe.

Rayedarên DEM Partiyê jî helwesta nehatina Demîrtaş wekî bertekek û protestoyeke li hember kiryarên dijî xwe bi nav kir.

Cenazeyê Tahir Demîrtaş bi beşdariya dêya wî Sadiye Demirtaş, hevjîna wî Başak Demîrtaş, parlamenter û rayedarên DEM Partiyê, siyasetmedarên bajêr, rêvebirên saziyên civaka sivîl û xelkê Amedê li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hat veşartin.

Selahattîn Demîtyaş bi rêya parêzerên xwe ji girtîgeha tîpa Fyê ya Edîrneyê ragihand ku dê ji bo beşdarbûna merasima cenazeyê bavê xwe daxwaza destûrê neke û yê beşdarî teziyeyê jî nebe.

“Helwesta Selahattîn Demîrtaş serhildanek e, îsyanek e”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarnebûna merasima cinazê bavê xwe ya Demîrtaş “wekî serhildaneke li hemberî bêhiqûqiyê’’ bi nav kir û got:

“Ji ber bi awayekî bê hiqûqî di girtîgehan de ne dema hezkiriyekî wan dimire, ew bêyî xatir bixwazin bi hesreta hezkirîyên xwe dimînin.

Ev şkence ye zilm e. Ev yek hat sere Gultan Kişanakê jî, hat sere Fîgen Yuksekdagê jî. Em vê zilmê qebûl nakin.

Ev bê hiqûqî divê demeke herî kurt de bi dawî were. Ev helwesta Demîrtaş li hemberî vê bêhiqûqiyê ye, wekî îsyanekê jî em dikarin bi nav bikin.”

Piştî merasima şûştin û nimêja cenaze, cenazeyê Tahir Demîrtaş bi beşdariya kesûkaren wî, girseyeke zêde ya sîyasetmedar, rêvebirên saziyên civaka sivîl û xelkê Amedê li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê bi axê hat sipartin.

Sadiye Demîrtaş dêya Selahattîn Demîrtaş û hevjîna wî Başak Demîrtaş jî beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Di merasima binaxkirinê de telqîna Tahir Demîrtaş bi Kurdiya Kirmanckî hat xwendin.

Sadiye Demîrtaşê got, “Tahir! Tahir binêre Munker û Nekîr dê werin tu netirsî. Em te emanetî Xwedê dikin. Emanetî Xwedê bî. Serê we giştan sax be. Xweda û pêxember ji we razî bin.”

“Ji bo we kurekî wiha hêja mezin kir em spasiya we dikin”

Parlamenterê berê tê HDPyê Ehmed Turk wiha anî ziman, “Ji ber ku we ev ewla aniye vê xakê em spasiya we dikin.

Kurê hêja însanê hêja we bi vê terbiyeyê mezin kiriye em spasiya we dikin. Em dibêjin rihma Xwedê li birayê me Tahir be. Xweda teala sebirê bide malbatê jî.”

“Bavo heqê xwe helal bike”

Demirtaş bi rêya parêzerên xwe peyamak belav kir û spasiya wan kesan kir ku beşdarî şîna wan bûn û bûn şirîkên êşa wan.

Demirtaş got: “Meraq meke bavo, dilê me ji vê hucreyê mezintir e. Heqê xwe helal bike.

Hezar carî destên te yên cedewî û kedkar maç dikim. Cihê te bihuşt be.

Ez spas û slavên xwe pêşkêşî wan hemû kesan dikim ku sersaxiya xwe pêşkêş kir û bûn şirîkên êşa me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst