Rapirsiya Gezici: Kiliçdaroglu li hember Erdogan biser dikeve

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Navenda Lêkolînên Gezici Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encama rapirsiya Navenda Lêkolînên Gezici, dengê AK Partiyê %31.3 û dengê CHPê %27.2 ye. Her li gor heman rapirsiyê, eger ji bo posta serokkomariyê rikeberî di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyip Erdogan de be, Kiliçdaroglu bi rêjeya %51.5 biser dikeve.

Navenda Lêkolînên Gezici, encama rapirsiya di navbera 15-20ê Çileyê li 12 bajaran bi hezar û 420 kesan re kiribû eşkere kir. Li gor encaman dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %39.4 in û dengên Tifaqa Millet ku partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %39.3 ne.

Li gor encamên rapirsiyê eger hilbijartina serokkomariyê di navbera Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de bimîne Kiliçdaroglu bi rêjeya %51.5 biser dikeve.

Herwiha li gor encamên rapirsiyê CHPê li Bakurê Kurdistanê di navbera %15-18an de dengê xwe zêde kirine.

Li gor rapirsiyê dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: % 31,3

CHP: % 27,2

ÎYÎ Partî: % 12,1

HDP: % 11,5

MHP: % 8,1

Partiya DEVA: % 2,1

Partiya Pêşerojê: % 1,4

Partiya Memleket: % 1,3

Seadet: % 1,2

Partiya Zafer: % 1,1

Partiya Ji Nûve Xweşguzarî: % 1

BBP: % 0,9

Partiya Demokrat: % 0,3

TDP: %0,2

Partiya Karker a Tirkiyê: % 0,2

Partiya Vatan: % 0,1

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst