Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Selahattîn Demîrtaş Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Berê yê CHPyê bi gotineke pêşiyan a Kurdan nerazîbûn li hemberî cezayê ku ji hevserokên berê yê HDPyê re hatiye dayîn nîşan da û got, “Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be.”

Nerazîbûnên li ser cezayên giran ên ku di Doza Kobaniyê de bo hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û siyasetmdarên HDPyê hatiye dayîn berdewam in.

Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) 17ê Gulanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê bertek da wan cezayan.

“Hinek berpirsên partiya wî bixwe jî bi rejîma AKPyê re li hev kiriye”

Kemal Kiliçdaroglu bersiva rexneyên pesendkirina rakirina parêzbendiya Demîrtaş û siyasetmedarên HDPyê ji aliyê CHPyê ve da û got:

"Tawana terorê ne di çarçoveya parêzbendiyê de ye. Herwiha ti tawaneke terorê nîne ku birêz Demîrtaş û hevalên wî kiribin.

Wekî ku birêz Demîrtaş di parastina xwe de jî dibêje ew parêzvanê demokrasî û aştiyê ye.

Di demekê de ku rewş wiha ye birêz Demîrtaş ji aliyê îradeyeke wiha ku hinek berpirsên partiya wî bixwe jî tê de li gel rejîma AKPyê li hev kirine ve hatiye zîndanîkirin û ev yek bi maskeya `rakirina parêzbendiyê` hatiye kirin.”

“Îradeya ku birêz Demîrtaş girtiye, Erdogan bixwe ye”

Kiliçdaroglu ragihand ew nabe ji wan kesên ku Demîrtaş bi tenê hiştine û wiha pê de çû:

"Yek ji navên herî girîng ên wê îradeya ku birêz Demîrtaş girtiye, Erdogan bixwe ye.

Li dijî girtina birêz Demîrtaş û hevalên wî, ji aliyê wê îradeya ku Erdogan pêşengiya wê dike û di nav partiya wan bixwe de jî hinek kes di her derfetê de çav lê diniqînin, eger ez bi tenê jî bimînim ez dê têkoşînê bikim.”

Serokê Berê yê CHPyê Kiliçdaroglu bi gotineke pêşiyan a Kurdan dawî li daxuyaniya xwe anî û got:

“Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be.”

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulana 2024an di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal û 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst