Kiliçdaroglu ji Erdogan re got: Tu bi agir dilîzî

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Erdogan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, li ser biryara nedayîna mazbataya şaredarbûna Abdullah Zeydan bangî Erdogan kir û got, “Hevserokê BOPyê tu bi agir dilîzî!”

Serokê berê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hessabê xwe yê tora medyaya civakî derbarê biryara Lîjneya Hilbijartinan a Wanê yaradestnekirina mazbatayê ji bo Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan peyamek belav kir.

Namzedê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinan de bi rêjeya ji sedî 55,48an, wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat hilbijartin.

Lê Namzedê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbataya şaredarbûnê wergirt.

Kemal Kiliçdaroglu bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got:

“Hevserokê BOPyê tu bi agir dilîzî!

Bingehên vî welatî li ser demokrasiyê ava bûne. Ne tu lê axayên we jî werin hûn nikarin vê yekê biguherînin.

Gelê Wanê biryara xwe daye, divê hûn gavan bavêjin.

Tişta ku demokrasî û edalet hewce dike, bike û mazbatayê bide yê biserketî!

Ez di şexsê we de bangî hêzên tarî yên li pişt we dikim:

Komara Tirkiyeyê, ew dewleteke hiqûqî ya laîk, demokratîk e, hûn dê ti carî vê yekê neguherînin!

Abdulahat Arvas, du gotinên min ji te re jî hene.

Bi namûs be û yekser kaxeza ku dane te biçirîne!

Wê kaxezê bavêje da ku tu bi serbilindî li Wanê bigerî.

Derfetê temaşekirina li rûyê zarokên xwe û gelê Wanê ji dest nede!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst