STENBOL - AK Partî û CHP girîngiyê bi dengderên Kurd didin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol AK Partî CHP Dengdêrên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê hilbijartinê de ne xuya ye dê keştiya Stenboliyan berê xwe bide kîjan benderê.

AK Partî û CHP hevrikiyeke dijwar li ser şaredariya herî bibandor a bajarê mezin a Tirkiyeyê dikin.

Her du alî bi awayekî girîng berê xwe didin dengên Kurdan, heta astekê girîngiyê bi ziman, kultur û hunera Kurdî didin.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Kurum li gel Mêrdîniyên niştecihên Stenbolê civiya.

“Ez jî kurekî Mêrdînî me”

Murat Kurum got, “Ez jî kurekî Mêrdînî me, birayekî Mêrdînî me.

Ji ber pîşeya bavê min, min polên yekem û duyem ên seretayî li Dibistana Komarê ya Mêrdînê xwendin.”

Namzedê CHPyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî wekî Kurum girîngiyeke taybet dide dengên Kudan.

Strana gelerî ya bi nave “Lê Şemlê” ku ji aliyê hunermendê naskirî yê Kurd Brader ve hatiye aranjekirin ji aliyê hin kesan ve ji bo bangeşeya hilbijartinê ya Namzedê CHPyê yê Şaredariya Stenbolê hatiye adaptekirin.

“Ez bi qurbana zimanê te bim”

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî got:

“Temaşe bike dayê can, vêya fêr bûm, nivîsiye dîsan Îmamoglu, bi Kurdî nivîsiye. Bi qurbana zimanê te bim.”

Ev hewldan di demekê de ne, DEM Partiyê ku piraniya dengderên wê Kurd in, Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî bo hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kirine namzed.

Meral Daniş Beştaş red kir ku rêkeftin li gel tu aliyekî hebe di hilbijartinê de li Stenbolê deng bidinê û got:

“Slogana me ya herî girîng li Stenbolê ew e ku dibêjin, em xwedî li xwe derkevin.

Em deng bidin xwe ne ku kesekî din. Bila em bi dengên ku didin partiya xwe, rastiyên xwe berfirehtir bikin.”

Li Stenbolê di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yê zêdeyî 11 milyon kesan heye.

Hevrikî li ser postên şaredariya bajarê mezin, 39 navçe û encûmenên şaredariyan tê kirin.

Li gorî hilbijartinên borî û rapirsiyan, rêjeya dengê Kurdan li Stenbolê nêzîkî ji sedî 12an e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst