Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibistan hatin girtin

30-03-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mûş, Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê û parezgehên Nevşehir, Manisa, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt û Orduyê yên Tirkiyê, îro 30ê Adarê ji ber berf, baran û bahozê dibistan bo rojekê hatin girtin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berf, baran û şilope dibare û egera rabûna lehiyê û ba û bahozê heye.

Ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li Mûş, Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê û parezgehên Nevşehir, Manisa, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt û Orduyê yên Tirkiyê, dibistan bo rojekê hatin girtin.

Herwiha li van bajaran, îro mohlet bo karmendên hikûmî yên ducanî û yên xwedî pêdawîstiyên taybet hat dayîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst