Hewlêr (Rûdaw) - Alî Yerlîkaya ragihand, ji 9ê Kanûna Pêşîan 2024an û heta îro 81 hezar û 576 welatiyên Sûriyeyî bi dildarî vegeriyane welatê xwe.
Wezire Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro amarên koçberên Sûriyeyî û yên ku piştî rûxîna rejîma Esed vegeriyane Sûriyeyê eşkere kirin.
Alî Yerlkaya da zanîn ku li Tirkiyeyê 4 milyon û 121 hezar û 663 welatiyên biyanî bi awayekî yasayî hene û ji van 2 milyon û 865 hezar û 430 welatiyên Sûriyeyê ne.
Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku Ji 9ê Kanûna Pêşîna 2024an ve 81 hezar û 576 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyane welatê xwe.
Li gorî Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Yerlîkaya ji 2017an heta îro jî 821 hezar 579 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyane Sûriyeyê.
Yerlikaya wiha pê de çû, “Milyonek û 66 hezar û 13 biyaniyan mohleta niştecîbûnê wergirtiye û 190 hezar û 220 biyanî jî di bin parastina navneteweyî de dimînin.
Sala 2024an 142 hezar û 536 koçber hatin dersînorkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse