Herî zêde welatiyên Sûriye û Tirkiyeyê bi qeçaxî diçin Ewropayê

22-08-2024
RÛDAW
Nîşan Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê Koçber Tirkiye Sûriye Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê ragihand ku sala 2023yan herî zêde xelkên Sûriye, Tirkiye û Efxanistanê bi qeçaxî çûne Almanyayê.

Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê amarên çûna bi qeçax a Ewropa û Almanyayê yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran sala 2023yan hejmara kesên bi qeçaxî çûne Almanyayê ji sedî 33 zêde bûye.

Kesên bi qeçaxî derbasî nav axa Ewropayê bûne herî zêde çûne Almanyayê.

Li gorî amarên Ajansa Ewlehiya Sînor û Peravan a Ewropayê (Frontex) sala 2023yan 380 hezar kes bi qeçaxî derbasî sînorê Yekîtiya Ewropayê û Schnegenê bûne.

Ev hejmar piştî sala 2016an hejmara herî zêde bû.

Sala 2022yan jî 326 hezar kes bi qeçaxî derbasî nav axa Yekîtiya Ewropayê bûbûn.

Li gorî amarên Daîreya Krîmînal a Federal a Almanyayê sala 2023yan hejmara kesên bi qaçaxî çûne Almanyayê ji sedî 33,4 zêde bûye û 266 hezar û 224 kes bi qeçaxî derbasî Almanyayê bûne.

Welatiyên Tirkiyeyê di rêza duyem de ne

Sala 2023yan herî zêde xelkên Sûriye, Tirkiye û Efxanistanê bi qeçaxî çûne Almanyayê.

Welatiyên Sûriyeyê bi 54 hezar û 207 kesan di rêza yekem, welatiyên Tirkiyeyê bi 35 hezar û 731 kesan ku piraniya wan Kurd in di rêza duyem û welatiyên Efxanistanê bi 35 hezar û 370 kesan di rêza sêyem de ne.

Ji sedç 37,1ê kesên bi qeçaxî derbas bûne bi meşê, ji sedî 25,6 bi mînîbus û ji sedî 24,3 bi otomobîlan çûne nav axa Almanyayê.

Li gorî daxuyaniyê koçber bi giştî bi rêya qeçaxçiyan derbasî nav axa Yekîtiya Ewropayê dibin û qeçaxçiyên ku hatine tomarkirin ji Sûriyeyê, Almanya, Tirkiye û Ukraynayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst