Gencay Gursoy: Dibe ku qeyûm deynin ser TTBê

28-10-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şebnem Korur Fîncanci Çekên Kîmyevî TTB Qeyûm
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û cîhanê karvedanên li ser desteserkirina Seroka Yekîtiya Tebîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci berdewam dikin. Li Enqereyê li navenda Yekîtiya Tebîbên Tirk, hejmarek sazî, rêxistin û sendîka bi daxuyaniyekê hevpar desteserkirina Seroka Yekîtiya Tebîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci şermezar kirin û daxwaza berdana wê kirin. Serokê berê yê Yekîtiya Pizîşkên Tirk Gencay Gursoy “Li Tirkiyê êdî kiryarên neyasayî û nehiqûqî bûne ji rêzê. Ji loma jî ez bi endîşe me ku wê sepandina bi sosret qeyûm, li ser saziya me destnîşan bikin.” 

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, li ser gotinên xwe yên li ser egera bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî gerîlayên PKKê, di 26ê Cotmehê de li Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin.

Ji Odeya Pizîşkên Stenbolê, pizîşk banga berdana Şebnem Korur Fincanci kirin û nerazîbûna xwe ya li ser egera ku Yekîtiya Pizîşkên Tirk bê  girtin an qeyûm lê bê tayînkirin anîn ziman.

Seroka Odeya Pizîşkên Stenbolê Nergis Erdogan got “Şebnem Xoce di warê xwe de zanyarek, pisporek pir hêja û bi rûmet e. Di şexsê wê de êrîşa ku li Yekîtiya Pizîşkên Tirk tê kirin pir giran e. Ev êrîş nayê qebûlkirin.”

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci, li gel pisporiya xwe ya tiba edlî di heman demê de li Tirkiyê di qada mafên mirovan de yek ji navên herî çalak e. Fincanci berê jî ji ber ku piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê û di pirsa Kurd de banga aştî û çareseriyê dikir hatibû hepiskirin.

Serokê berê yê Yekîtiya Pizîşkên Tirk Gencay Gursoy dibêje “Li Tirkiyê êdî kiryarên neyasayî û nehiqûqî bûne ji rêzê. Ji loma jî ez bi endîşe me ku wê sepandina bi sosret qeyûm, li ser saziya me destnîşan bikin. Yanê dibe ku bikin. Lê bila baş bizanibin ku li Tirkiyê ji sedî 90ê doktoran li pişta Yekîtiya Pizîşkên Tirk in.”

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Fatin Kanat ragihand “Miameleya xirab a li hemberî seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk nayê qebûlkirin. Wekî ku Şebnem Xoce sûcdarek be miamele lê dikin û bo raya giştî wisa didin nişandan. Divê Şebnem Xoce demildest bê berdan.”

Li gorî partiyên mixalefetê û saziyên civaka sivîl; di heyama dawî de operasyona li dijî Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci, hewla destwerdana li nav saziyên pîşeyî, girtina rojnamegerên Kurd û yasaya sansurê beriya hilbijartinan hewlên desthilatê ya ji bo bêdengkirina mixalefetê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst