Kemal Kiliçdaroglu li ser ‘qeyûman’ axivî

01-10-2023
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di komxebata partiya xwe ya li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê de derbarê qeyûman de axivî.

Kemal Kiliçdaroglu da zanîn, “Qeyûmên ku li cihê serokên şaredariyan hatine danîn gaveke li dijî demokrasiyê ye.”

CHPyê doh li Rihayê komxebata pariya xwe saz kir.

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de gelek mijar nirxandin ku yek ji wan mijran jî danîna qeyûman bû.

Kiliçdaroglu danîna qeyûman wekî gaveke nedemokratîk û bêrêziya li dengên gel bi nav kir û got:

“Dema em wî serokê şaredariyê ku xelkê hilbijartiye ji kar dûr bixin û li cihê wî qeyûm daynin, sî dikeve ser rewabûna siyasî.”

“Divê bi awayekî bêalî bên darizandin”

Kiliçdaroglu rexne li deshilatê girt û got, “Eger pirsgirêkeke serokên şaredariyan ên hatine hilbijartin hebe jî divê li dadgeheke bi awayekî bêalî bên darizandin.”

“Vî xelkî çima deng da?”

Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de wiha got:

“Eger hûn serokê şaredariyê yê ku xelkê hilbijartiye ji erkê wî dûr bixin û li cihê wî qeyûm daynin, wê demê sî dikeve ser rewabûna siyasî.

Hûn wan hemû serokên şaredariyan û endamên encumenên şaredariyan ji kar dûr dixin. Vêca li cihê wan qeyûman datînin.

Wê demê vî xelkî çima deng da? Ma dibe navê vê demokrasî be? Dibêjin em vê hesab nakin! Baş e hûn çima hesab nakin? Ger kêmasiyek hebe bişîne dadgehên bêalî lê dibêjin na! Em naşînin dadgehê jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst