Bijîşk ji Tirkiyeyê diçin, koça wan her sal zêde dibe

02-11-2023
Nîşan Bijîşk Koç Belgeya Rewşa Baş TTB Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan, 2 hezar û 541 bijîşkan ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Li Tirkiyeyê hejmara bijîşkên ku koçî derveyî welat dikin her ku diçe zêdetir dibe.

TTByê hejmara bijîşkên ku sala 2023yan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye eşkere kir.

TTByê ragihand ku meha çiriya pêşînê 256 bijîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Herwiha di 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan de jî bi tevahî 2 hezar û 541 bijîşkan ev belge wergirtiye.

Îlona 2023yan jî 321 bijîşkan “Belgeya Rewşa Baş” wergirtibû.

Tirkiye di rêza dawî de ye

Li gorî amarên Ofîsa Amaran a Yekitiya Ewropayê (Eurostat) ên sala 2021ê, li seranserê Ewropayê li gorî rêjeya welatiyan, herî kêm bijîşk li Tirkiyeyê hene.

Li gorî heman amaran, li gorî rêjeya welatiyan herî zêde bijîşk li Yûnanistanê hene.

Li Tirkiyeyê serê 100 hezar welatiyî 218 bijîşk û li Yûnanistanê serê her 100 hezar welatiyî 629 bijîşk hene.

Piştî sala 2017an hejmara bijîşkên ku ji Tirkiyeyê diçin welatên din gelekî zêde bû.

Sala 2017an 482, sala 2018an 802, sala 2019an hezar û 57, sala 2020an 931, sala 2021ê hezar û 405, sala 2022yan jî 2 hezar 685 bijîşk çûbûn derveyî Tirkiyeyê.

Sala 2012an tenê 59 bijîşkan “Belgeya Rewşa Baş” wergirtibû.

Li aliyê din, piraniya bijîşkên ku “Belgeya Rewşa Baş” werdigrin diçin welatên Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst