Stenbol: Zarokekî karker ê Kurd ji avahiyê ket û canê xwe ji dest da

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Zarokên Karker Kurd Wan Stenbol Elî Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 15 salî ku xelkê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, li navçeya Sîlîvrî ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve dema karê avahisaziyê dikir ji avahiyê ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Herçiqas ku bi awayek fermî li Tirkiyê kesên temenê wan di bin 18 salî re qedexe ye ku di karê avahisaziyê de kar bikin, lê dîsan rojane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarok kar dikin, wek zarokê bi navê Elî Koç ku li Sîlîvrî karê avahisaziyê dikir.

Elî Koç doh Şemiyê 27ê Tebaxa 2022ê di dema karkirinê de ji qata şeşan ya avahiya ku tê de kar dikir ket xwarê û birîndar bû. Tîmên tendirustiyê ew rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewildanên pizîşkî Elî Koç canê xwe ji dest da.

Piştî pişkinînên otopsiyê termê zarokê 15 salî bo parêzgeha Wanê hat şandin ku ew bi xwe xelkê wê derê ye. Hat ragihandin ku piştî bûyerê endazyarê berpirsê kar Mustafa A. ji ber zarokê temenê wî di bin 18 salî re biriye ser kar ji aliyê hêzên ewlakariyê yên navçeyê ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst